01:58 21 Çile 2018
Zindî
    YNK û Goran

    “Malikî soza xweseriyê ji bo Silêmaniyê da YNK-Goranê”

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ji bo pêkanîna hevdîtina bi YNK-Goranê re, serdana bajarê Silêmaniyê kir. Ev serdan bû sedema nîqaşan û hat îdiakirin ku “Malikî soz daye herdû partiyan, eger alî wî bikin ku Ebadî ji peywirê bê avêtin, ew ê xweseriyê bidê Silêmaniyê”.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî duh gihişt bajarê Silêmaniyê. Malikiyê ku dema nîvroj gihişt Silêmaniyê, ji aliyê rayedarên payebilind ên YNKê hat pêşwazîkirin.

    "MALIKÎ DIXWAZE YNK Û GORANÊ BIKIŞÎNE ALIYÊ XWE"

    Rojnameya Basê ya soranî ya heftane, nûçeyeke weşand ku tê de çavdêran ev serdan nirxand. Tê diyarkirin ku sedema vê serdana Malikî yê ku bû sedema birîna para herêma Kurdistanê ji budçeya Iraqê, ew e ku YNK û Goranê bikişîne aliyê xwe.

    Herwiha nûçe diyar dike ku Malikî ji xwe re li rêyekê digere ku careke din bibe serokwezîr û ji bo vê armanca xwe, hewl dide piştgiriya YNK û Goranê bi dest bixe û li beramberî vê soza daye YNK û Goranê ku xweseriyê bide Silêmaniyê.

    "YNK-GORAN DIXWAZE KOMELEYÊ JÎ TEV LI XWE BIKE"

    Ji aliyekî din ve, BasNews îdia dike ku Malikiyê ku bi lezgînî hat Silêmaniyê piştgiriya xwe ji peymana navbera YNK û Goranê re ragihand û ji wan xwe ku Partiya Civaka Islamî ya Kurdistanê (Komele) jî tev li xwe bikin.

    ÇAVREŞ Ê YNKYÎ: SERDANA MALIKÎ QEYRANÊ KÛRTIR DIKE

    Herwiha endamê polîtbîroya YNKê Mistefa Çavreş bi BasNewsê re axivî û got ku serdana Malikî bo Kurdistanê dê ti fêde nede lê berevajî wê, ew ê bibe sedema kûrbûna qeyanê.

    Herwiha endama encûmena PDKê ya Silêmaniyê Dana Cezayê teqez kir ku xelkê Silêmaniyê ji serdana Malikî aciz e ji ber ku Malikî dijî kurdan e û budçeya Kurdistanê daye birîn.

    Danayê teqez kir ku xelkê Silêmaniyê dê ticarî du-birêveberiya ji bo herêma Kurdistanê nepejirîne.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran: Em ji Iraqê cuda nabin
    ‘Îran dixwaze,Komel jî tevlî peymana YNK û Tevgera Goran bibe'
    “YNK û Goran hikûmeteke herêmî dadimezirînin”
    YNK û Goran peymana xwe li mala Mam Celal îmze dikin
    YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
    PDK, YNK û Goran civîn li ser civînan
    YNK: ‘Bila Barzanî bimîne’; GORAN: ‘Bila Barzanî here’
    Etîketan:
    xweserî bo Silêmaniyê, xweserî, PDK, GORAN, YNK, Nûrî Malîkî, Mistefa Çavreş, Dana Ceza, Iraq, Kurdistan, Siêlmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de