17:10 19 Mijdar 2017
Zindî
    Jinên Êzidî li hemberî DAIŞê şer dikin

    Jinên Êzidî li hemberî DAIŞê şer dikin

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6510

    Li Herêma Kurdistanê li derdora Mûsilê jinên Êzidî ji bo parastina gundewarên xwe di nava yekîneyên çekdarî de cî digirin û parastina xwe dikin.

    Şingal — Jinên Êzidî li Geliyê Şilo ji bo parastina gundewarên xwe yekîneyên çekdarî ava dikin. Endamên yekîneyan ji jinan pêk tê û tevahiya jinan ji bo vê wezîfeyê çekan hildigrin. Yek ji endamên yekîneyan Vahdat Xelil Salih ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku yekîneyên wan di çend mehên dawî de ji bo rizgarkirina gundên xwe yên di destên DAIŞê de ne operasyon li dar xistine. Hejmara jinên mil bi mil li gel zilaman şer dikin bi sedan tê diyar kirin.

    Vahdat 22 saliye û wiha diaxive: "Piştî ku DAIŞê di 2014ê de li hemberî gelê me qirkirin pêk anî min biryar da ku ez di nava Yekîneyên Jinên Şingalê YJŞ de cî bigirim. Ez di nava operasyonên leşkeri de cî digirim ku li herêma Şingalê û ji bo xakên me ji terorîstan bên paqijkirin lidar dikevin."

    Yekîtiya jinên êzidî di van mehên dawî de ji bo gund û warên xwe ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar bikin hinek operasyon dane destpêkirin.
    © Sputnik/
    Yekîtiya jinên êzidî di van mehên dawî de ji bo gund û warên xwe ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar bikin hinek operasyon dane destpêkirin.

    Vahdat tevî 2 xwişkên xwe şer dike û di operasyonan de bi dehan terorîst tune kirine. Vahdat dibêje ki wezîfeya wê ne tene di eniyê de şerkirin e, herweha parastina gundên hatine rizgarkirin e jî. Jina Êzidî wiha berdewam dike: "Destpêkê jinên Hêzên Parastina Gel (HPG) li Şengalê, sînorê Sûriyê û herêmên cuda yên Kurdistana Iraqê perwerde didan me. Niha em bi giştî di operasyonên azadkirina dîlên Êzidî yên di destên DAIŞê de cî digirin. Di nava wan de xizmên min jî hene."

    Jina ciwan ji ber qirkirina Êzidiyan a di 2014ê de nekarîbû perwerdeya xwe berdewam bike. Tenê daxwazek wê heye ku jinên Êzîdî yên di destên DAIŞê de vegerin û aştî weke welatê wê.

    Jinên êzidî yên li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê şerê çekdarî dikin.
    © Sputnik/
    Jinên êzidî yên li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê şerê çekdarî dikin.


    Vahdatê wiha got: "Ez bang li tevahiya militan û fermandarên DAIŞê dikim, têkçûnek li pêşiya we ye" Em ê we ji tevahiya Iraqê biqewitînin."

    Bi heman mijarî:

    Yazdayê rizgarkirina jinên Êzîdî derewand
    ‘Rewşa jinên êzidî yên di destên DAIŞê de ne diyar e'
    Ji bo 19 jinên êzidî konê şîne hate vedan
    Jinên Êzidî: 'Emê tola dayik û keçên kurd hildin'
    TAYBET-18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin xelaskirin
    Etîketan:
    Yekîneyên Jinên Şingalê (YPŞ), Sputnik, HPG, DAIŞ, Vahdat Xelîl Salih, Iraq, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de