10:04 23 Gulan 2018
    Mesûd Barzanî

    YNK û GORAN: Mesûd Barzanî birayê me yê mezin e

    © Foto: SHK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Berpirsekî payebilind ê Yakîtiya Niştamanî ya Kurdistanê (YNK) got, Tevgera Goran û YNK Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her tim weke birayê mezin qebûl kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku di malpera Rûdawê de hatiye weşandin, berpirsê YNKê Saman Germiyanî ragihand, bandora YNKê her tim li ser Goranê çêbûye.

    Samna Germiyanî anî ziman helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hemberî rêkeftina di navbera Goran û YNKê de hatiye guhertin û got: "PDK têgihîşt ku rêkeftina me ne li dijî wê ye. Goran û YNKê her tim Mesûd Barzanî weke birayê mezin qebûl kiriye û dê bikin jî."

    Germiyanî axiftina xwe wiha domand: "Heger PDKê hin gavan biavêje pirsa serokatiya parlamentoyê dê were çaresekirin. Me pêşniyarî da Goranê ku Yûsîf Mihmed nekin pirsgirêk û wan jî ev pêşniyarê me erênî nirxand."

    Weke tê zanîn PDK naxwaze Yûsîf Mihemed dubarê bibe serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

    Herwiha PDKê beriya niha ragihandibû ku ew dê lijneya hevbeş a YNK û Goranê qebûl nekin.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî: 'Kurd dê bibin xwedî dewlet'
    Îranê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwende Tehranê
    Aliyên Sîyasî yên Iraqê: Bila Mesûd Barzanî bibe navbeynkar
    Mesûd Barzanî: ‘Vekişandina hêza Rûsyayê gaveke erenî ye'
    Mesûd Barzanî li Îmaratê ligel Mîrzadeyê Ebû Dabiyê civiya
    Etîketan:
    kak mesûd, rêkeftin, YNK, PDK, Goran, Yûsif Mihemed, Samna Germiyanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de