07:23 24 Gulan 2018
    Aldar Xelîl

    Aldar Xelîl:'Hevdîtinên me yên li Ewropayê êrenî derbas bûn'

    © Foto: Civaka Azad
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Aldar Xelîl serdana xwe ya li Ewrûpayê û hevdîtinên li gel rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê erênî nirxand.

    Navenda Nûçeyan — Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl diyar kir ku ew li Cenevreyê bi nûnerên Yekîtiya Ewrûpa û Koma Danûstandinên Mirovahiyê, her wiha nûnerên hikûmetên dewletên Ewrûpayê re hevdîtin pêk anîtiye.

    Xelîl li ser vê gera xwe ya dîplomatîk li Ewrûpayê ji ANHAyê re da xuyakirin ku mijarên wekî federalî, danûstandinên Cenevreyê, dosya koçberan û dorpêçiya li ser Rojava naveroka hevdîtinêm wan bûne.

    Xelîl, eşkere kir ku di hevdîtinan de, ji bo projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê helwestên erênî nîşan dane û gotine ku pêwîste li ser vêyekê bi Sûriyayê re li hev bikin.

    Xelîl anî ziman ku mijara koçberên Sûriyayê û Iraqê ku li ser xaka Rojava hatine bicihkirin, jî di bernameya serdanên wî de cih girtiye û got: ‘Ev mijar bi şandeyê Ewrûpayê re hatiye nîqaşkirin.'

    Li ser mijara ‘Avakirina pireke asîmanî di navbera Rojava û Ewrûpayê de' Xelîl destnîşan kir ku ev mijar jî di hevdîtinan de hatiye nîqaşkirin, lê agahiyên berfireh derbarê vê yekê de neda.

    Bi heman mijarî:

    Destûra Rojava hat ragihandin: Qamişlo dibe paytext!
    NY: Em li gel kurdên Rojava hevdîtinên nefermî pêk tînin
    Balyozê Misrê û nûnerê Rojava li Parîsê hatin ba hev
    Roj tune ku li Rojava bi dehan terorîst nayên kuştin
    Li kantonên Rojava ji bo zilaman leşkeriya mecbûrî
    Etîketan:
    mijar, nîqaş, federalî, şande, penaber, Ewropa, serdan, bername, hevdîtin, Ajansa ANHA, Aldar Xelîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de