08:51 26 Gulan 2018
Bendava Mûsilê

Şirketa îtalî amadehiya nûjenkirina Bendava Mûsilê dike

© Foto: Rûdaw
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku şirketa Trevi ya endazyarî ya îtalî hetanî meha pêşiya me wê dest bi karê nûjenkirina Bendava Mûsilê bike.

Mûsil - Berdevkê Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Reşîd ragihand ku di çarçoveya girêbesta di navbera Wezareta Çavkaniyên Avê û kompanyaya Trevi ya îtalî de hatiye îmze kirin, divê di rojên pêş de alavên pêwîst ên nûjenkirina Bendava Mûsilê bigehin herêmê û biryare ku di meha Tebaxê de jî karê nûjenkirinê destpê bike.

Beriya niha hem ji terefê endezyarên amerîkî û hem jî yên Neteweyen Yekbûyî ve behsa derizîna dîwarên Bendava Mûsilê û xeteriyan dihate kirin ku li gorî pêwîstiyan divê salane nûjenkirina bendavê bihata kirin. Wezareta Çavkaniyên Avê yê Iraqê ev îdîayên nenûnejkirina bendavê red kir.

Di meha Adara 2016an de hikûmeta Iraqê ji bo karê nûjenkirina bendavê peymanek bi 273 milyon euroyî li gel kompanyaya endazyarî ya Trevi ya îtalî mor kir. Li gorî peymanê divê di 18 mehan de bendav bê nûjenkirin.

Bi heman mijarî:

Pisporên Amerîka û NY dîsa ji bo rûxandina Bendava Mûsilê hişyarî dan
Amerîkayê hişyar kir: ‘Heke Bendava Mûsilê hilweşe dê bibe karesat'
Dewleta Îtalya 450 leşkerî dişîne Bendava Mûsilê
Êrîşeke DAIŞê li ser Bendava Mûsilê hat pûçkirin
Etîketan:
Nûjenkirina Bendava Mûsilê, Berdevkê Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê, Mehdî Reşîd, Mûsil, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de