23:29 22 Nîsan 2018
    Desteya Wezîran a Parlamentoya Kurdistanê bêyî Tevgera Goranê

    Hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva gefa fermandarê Îranê da

    © Foto: Kurdistan 24
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi tundî gefa Fermandarê Îranê Serdar Selamî red dike û ji bo pêwendiyên dostane yê Herêma Kurdistan û Îranê jî wekî helwestek neguncaw dibîne.

    Hewlêr - Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: "Gefên Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê bi giştî berovajiyê wan guftûgoyan e ku di navbera her du aliyan de tê kirin û bi tu awayî ev gef xizmeta pêwendiyên her du aliyan jî nake. Bi tu awayî nabe zimanek wiha li hemberî Herêma Kurdistanê bê bikaranîn."

    Di nimêja Înê ya duhî li Tehranê de Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Serdar Husên Silêman hişyarî dabû berpirsên Herêma Kurdistanê da ku pabendê sozên xwe bin û gotibû; "Her cihekê ku bibe çavkaniya metirsiyê li ser Îranê, bêyî dudilî em ê wêran bikin."

    Ev hişyariya Supaya Pasdaran, piştî pevçûnên meha borî yên di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û pasdarên Îranê li navçeyên sînor ê Rojhilatê Kurdistanê, tê ku di van pevçûnan de hejmarek pasdar hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanî Îran şermezar kir!
    PDKÎ: "Îran cenazeyên 8 leşkerên xwe dixwaze"
    Kurdistanê bangî Îran û Tirkiyeyê kir: "Êrişên xwe yên ser herêmê rawestînin"
    Kurdistan û Îran li hev kir: Kurdistan wê 250 hezar warîl petrol bifroşe Îranê
    Îran: "Me li Tehranê êrişeke mezin asteng kir"
    Etîketan:
    Bersivdayîna Hikumeta Herêma Kurdistanê, Gefên Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê, Serdar Husên Silêman, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de