16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Êzdîxan

    Êzdîxan: Em dixwazin bi Pêşmerge re hevkariyê bikin

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hêza Parastinê ya Êzdîxanê diyar kir ku ji bo parastina Şingalê ew amade ne bi Pêşmerge re hevkariyê bikin û dibêjin "ti peywendiyek me bi Bexdayê re tune ye."

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Rûdawê hat ragihandin ku Hêza Parastinê ya Êzdîxanê ku wek hêzeke Kurdên Êzidî ji bo parastina navçeya Şingalê hatiye avakirin, radigihîne ku ti peywendiyên wan bi Bexdayê re tune ye û niha ew amade ne ku ji bo parastina Şingalê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re hevkariyê bikin.

    Li gorî agahiyan Fermandarê Hêza Parastinê ya Êzdîxanê Heyder Şeşo diyar kir ku "hîç alîkarî ne ji hikumeta navendî ne ji wezareta Pêşmergeyan ne ji yek terefê siyasî yê Kurdistanî û xeyrî Kurdistanî ji Hêza Parastinê ya Êzdîxanê re nehatiye kirin." Herwiha Şeşo anî ziman ku "peywendiya me ne bi Hewlêrê re ne jî bi Bexdayê re heye."

    Hêza Parastinê ya Êzdîxanê tê tawanbarkirin ku girêdayî milîsên Şîa yên Heşdî Şabî ye. Hêza Êzdîxan jê 300 keç bi tevahî ji 7 hezar Kurdên Êzidî pêk tê û ew dibêjin hedefa wan ew e ku axa Êzdîxanê biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
    "Bila Şingal bi Kurdistanê ve bê girêdan"
    Etîketan:
    hevakrî, Heşdî Şabî, Pêşmerge, Hêza Parastinê ya Êzdîxan, Heyder Şeşo, Bexda, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de