08:27 26 Îlon 2017
Zindî
    Mahmûd Osman

    Mehmûd Osman: Doza kurdan dibe doza partiyan

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4101

    Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osmanî diyar kir, ku heyeta hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê çûn Bexdayê ta ku bandora daxuyaniya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya referandûmê kêm bikin.

    Navenda Nûçeuyan — Parlementerê berê yê parlementoya Iraqê yê kurd û siyasetmedarê bitecrube Mehmûd Osmanî got, "êdî ti kes di gelê Kurdistanê de nafikire. Partiyên wan hene û doza kurd nemaye lê doza partiyên wan heye. Yek diçe Bexdayê, yê din bi tiştekî din ve mijûl e. Ev ji bo kurdan tiştekî giran û cihê şermê ye".

    Osmanî di axiftina xwe ya bi Basnewsê re wiha dewam kir: "Li vir behsa referandûmê tê kirin, ew diçin Bexdayê. Bi rehetî dibêjin ku DYA û Bexda ‘ji wan re dibêje ‘referandûmê nekin'. Dijberiya partiyan gelekî zêde ye û ne pêkan e bi vî hawî encam were girtin".

    Herwiha siyasetmedarê kurd teqez kir ku divê partiyên kurdan kêşeyên heyî nîqaş bikin û dest ji dijberiya hev berdin.

    Ji aliyekî din ve, Osmanî diyar kir, ku çûna heyeta hevbeş ya Goran û YNKê bo Bexdayê, tenê bertek li dijî banga Barzanî ya "ji bo referandûmê bicivin" bû, û wiha dewam kir: "Ew dibêjin ku PDK me nabîne, lew em çi bikin, em azad in û ev jî fikireke gelekî xerab e. Ev çûna wiha ku her yek li gorî kêfa xwe biçe cihekî, tiştekî gelekî xerab e".

    Bi heman mijarî:

    Mehmûd Osman: Balafirên Tirkiyeyê her rojê dikevin qada hewayî ya Iraqê
    Mehmûd Osman: Divê referandûma serxwebûnê bi çavdêriya NYyî were pêkanîn
    Osman Ocalan: ‘Girtina rêbere PKKê rojeke reş e'
    Osman Baydemir li kursiyê meclîsê hêstir barandin
    Osman Baydemir: Wê welatiyên sivîl çekan hilgirin
    Mahmût Osman: ‘Divê hikûmeta Başûr û Amerîka zextê li AKPê bikin'
    Mehmûd Osman: 'Dibe HDP dengên xwe zêde bike'
    Mehmûd Osman: Divê em li pey berjewendiyên xwe bin
    Etîketan:
    partîtî, referandûm, Mesûd Barzanî, Mehmûd Osman, Goran, dya, Iraq, Bexda, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de