21:50 25 Îlon 2017
Zindî
    Encama êrîşa hewayî ya Artêşa Amerîkayê li Şingalê

    Terorîstên DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî Şingalê kirin

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî sengerên Hêzên Pêşgerge yên rojhilatê bajarê Şingalê kirin.

    Şingal - Îro berê sibehê seet li 04.00an li rojhilatê bajarê Şingalê, li nêzîk kargeha çîmento, terorîstên DAIŞê êrîşê sengerên pêşmergeyan kir û pevçûn derket.

    Derbarê êrişê de yek ji fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Muqedem Ezîr Axa ragihand ku terorîstên DAIŞê bi topên hawanê sengerên pêşmerge bombebaran kirin û paşî bi 2 wesayîtên bombebarkirî êriş kirin.

    Fermandarê Pêşmerge diyar kir ku pêşmergeyan zû bersiva êrişê da û piştî pevçûnek nêzîkî 2 saet û nîvan êriş hate têkbirin. Her wiha her du wesayîtên bombebarkirî jî hatin îmhakirin.

    Muqedem Ezîr Axa bal kişand ser vê û ragihand ku di dema pevçûna de balafirên şer ên hevpeymanan jî hevkariya pêşmergeyan kirine û rêxistina terorîst bombebaran kirine. Di pevçûnê de tu ziyanekî giyanî negihîşt Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê 30 gorên komî hatin dîtin
    Qayîmeqamê Şingalê: Me bi fermî bang li PKKê kir ku ji Şingalê derkeve!
    Pêşmergeyan li Şingalê du herêm bi dest xistin!
    PAKê rizgarkirina Şingalê pîroz kir
    Şeşo: 'Divê rizgarkirina Şingalê nebe mijara canbaziyê'
    Etîketan:
    Êrişa xwekujî ya Şingalê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Muqedem Ezîr Axa, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de