09:06 22 Îlon 2017
Zindî
    Xurmatû, mizgefta Wehab

    Xurmatû vala dibe: Ji 1000 malî tenê 15 mal man!

    © Panoramio
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2510

    Welatiyên kurd ji ber gefên milîsên şîî û rewşa xerab a ewlehiyê, ji bajarê Xurmatûyê derdikevin û koçberî Kerkûk û Kelarê dibin.

    Xurmatû - Hat ragihandin, li gel ku piştî şer û pevçûnên di navbera milîsên şîî û welatiyên kurd û Hêzên Pêşmerge de agirbest hatibû ragihandin,jî lê rewşa ewlehiya Xurmatû nebaş e û milîsên şîî ku Hikûmeta Iraqê piştgiriya wan dike, gefan li welatiyên kurd û welatiyên sunî yên Xurmatûyê dixwin.

    Li gorî agahiyan, ji ber gefên milîsên şîî tenê di heyama hefteyekê de zêdetirî 260 malên kurd û erebên sunî ji neçarî malên xwe hiştine û koçberî bajarê Kerkûkê û navçeya Kelarê ya bi ser parêzgeha Silêmaniyê ve bûne.

    Herwiha li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî ketine destên me, ji ber gefên milîsan ji 1000 malên taxên Tîn û Eskerî yên Xurmatûyê, tenê 15 mal li her du taxan mane.

    Şev 23ê Nîsan a 2016an şer di navebra Hêzên Pêşmerge û milîsên şîî de derketibû û çend rojan ew şer berdewam bûbû.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Xurmatûyê êrîşeke xwekuj pêk hat!
    Heşdî Şeibî li Xurmatûyê alaya Kurdistanê dadixîne
    Li Xurmatûyê lihevkirin pêk hat
    Midurê Asayîşa Xurmatûyê:'Em li vir gengeşiyê naxwazin'
    Amerîka: Em ji rewşa Xurmatûyê nîgeran in
    Etîketan:
    valakirina bajarên kurdan, sunî, şîî, Silêmanî, Kelar, Kerkûk, Xurmatû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de