02:50 18 Çile 2018
Zindî
    Necmedîn Kerîm

    Waliyê Kerkûkê rexne li parlementerên kurd girtin

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîmî ragihand ku nakokiyên siyasî di nava Kerkûkê de, parêzgehê bêtir nêzîkî Iraqê dike û got, ev 12 sal di ser madeya 14ê re çûn lê hîn nehatiye sepandin û rexne li parlementerên kurd girtin ku pêşmerge neparastin.

    Kerkûk - Necmedîn Kerîm di konferanseke çapemeniyê de axivî û behsa serdana şanda hikûmeta Kurdistanê bo Rûsyayê û civîna bajarê Necef yê Iraqê kir got, "hemû parêzgeh beşdarî civîna Necefê bûn, ji bilî Kurdistanê û yek ji mijarên civînê, parêzgeha Kerkûkê bû û me jî qala zul û neheqiya li parêzgeha me tê, kir".

    Herwiha waliyê kerkûkê diyar kir ku hinek selahiyan hene ku qanûn dide hêzên iraqî û Heşdê Şeibî lê belê wan avantaj nade pêşmergeyan û ev neheqiyek e ku li pêşmerge û têkoşîna wan tê. 3% ji muçeyên karmendên Kerkûkê bo Heşdê Şeibî tê veqetandin û pêşî malbatên şeîdên Heşdî Şeibî ne lê belê behsa pêşmergeyan jî nehat kirin.

    Ji aliyekî din ve, Kerîmî axiftina xwe wiha dewam kir, "me daxwaznameyek ji Bexdayê re şand ta ku pêşmerge ji van avantajan bêpar nemînin lê bersiv hat ku ev biryara parlementoya Iraqê ye û parlementerên we hene lê li dijî vê biryarê derneketin".

    Waliyê Kerkûkê rexne li parlementerên kurd girtin û got, "Van parlementeran ji bo tiştekî besît, parlemento boykot kir û beşdarî rûniştinan nebûn lê di meseleyên giring û jiyanî de, wek ên mafên pêşmergeyan, wan ti tişt nekir."

    Herwiha Kerîmî di dawiya axiftina xwe de teqez kir ku Kerkûk Bajarekî Kurdistanî ye û got, "divê em ji nakokiyên di navbera xwe de xelas bibin ku parêzgehê ber bi Bexdayê ve dibin û heta eger nekaribe tev li parêzgehên herêmê jî bibe, divê em rêyên din peyda bikin ta ku ji vê zulmê xilas bibe."

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    PDK û YNK: ‘Kerkûk xeta sor e'
    KERKÛK - DAIŞê êrişî pêşmerge û PKKê kir
    Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê: Divê Kerkûk bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Kerîm:'Bi tu awayî nabe Kerkûk bi Iraqê re girêdayî bimîne'
    Necemedîn Kerîm: Divê êdî Kerkûk û Bexda ji hev cuda bibin
    KERKÛK - Rewşenbîrên kurd: Bila Kongereya Neteweyî bê lidarxistin
    Etîketan:
    parlementerên kurd, pêşmerge, Necmedîn Kerîm, Kurdistan, Iraq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de