08:53 23 Çile 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    PDK û YNK ji bo sînorê Herêma Kurdistanê komîteyekê ava dikin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku ji bo arambûna sînorên Herêma Kurdistanê û Kurdistana Îranê ku ev demeke alozî lê heye, PDK û YNK komîteyeke hevbeş pêk tînin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Rûdawê Rêveberê Giştî yê Peywendiyên Îran û Iraqê yê di Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê de Ebdûllah Akreyî ragihand ku ji bo aramiya sînorê herêma Kurdistanê û Kurdistana Îranê PDK û YNKê di asteke bilind de komîteyek pêk aniye.

    Akreyî diyar kir ku ev komîte ji bo çareserkirina aloziyên li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Kurdistana Îranê hatiye ava kirin û got nabe ku deverên Sîdekan û Hacî Omeran werin bomberan kirin û ev komîte dê li ser çavdêriya van herêman bixebitin. Li gorî ragihandina Akreyî li ser navê PDKê Kerîm Şingalî li ser navê YNKê jî Sedî Ehmed Pîre dê serokatiya vê komîteya hevbeş bike.

    Herwiha Îranê herî dawiyê di 26ê Hezîrana 2016an de bi hinceta hebûna pêşmergeyên PDK-Îyê deverên Sîdekan û Hacî Omeran yên herêma Kurdistanê topbaran kiribû û di encama vê topbaranê de 5 kes birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    PDK û YNK: ‘Kerkûk xeta sor e'
    YNK û Goranê piştgiriya referandûmê dikin
    PDK ji peymana YNK û Goranê nerazî ye
    YNK ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê: ‘Erê, lêbelê ...’
    Etîketan:
    komîte, aramî, sînor, YNK, PDK, Sedî Ehmed PÎre, Kerîm Şingalî, Ebdullah Akreyî, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de