10:39 23 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Kurdistanê bangî Îran û Tirkiyeyê kir: "Êrişên xwe yên ser herêmê rawestînin"

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lijneya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser topbarana deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê artêşên Îran û Tirkiyeyê ve daxuyaniyek belav kir.

    Hewlêr - Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz li Îran û Tirkiyê kir ku demildest topbarana sînorê Kurdistanê rawestînin. Hikûmeta Kurdistanê di vê daxuyaniyê de radigihîne ku pêwîst e topbaran di demek zû de were rawestandin û hemû aliyên têkildar jî agahdar dike ku nabe axa Herêma Kurdistanê bo êrişkirina ser welatên cîran ên Herêma Kurdistanê bi kar bînin.

    Koçer, cotyar û gundiyên Kurdistanê zirarê dibînin

    Hikumeta Kurdistanê berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku: "Di çend rojên borî de deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê û Komara Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin. Di encamê de hejmarek welatiyên Kurdistanê birîndar bûn. Her wiha bi dehan gundî neçar bûn gundên xwe vala bikin û bi dehan pezdar, cotkar û koçer jî neçar bûn ji çiya û zozanan werin xwarê û zirarek mezin gihîşt sektora çendiniyê û ajeldariya welatiyên û jîngeha Herêma Kurdistanê."

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wan zirarên radigihîne û daxwaz li her du dewletên cîran Komara Îslamiya Îranê û Komara Tirkiyeyê dike ku bombekirina deverên sînorî yên Kurdistanê bisekinînin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan xeteke boriyê din ji bo bazara cihanê dikşîne
    Kurdistan û Îran li hev kir: Kurdistan wê 250 hezar warîl petrol bifroşe Îranê
    KURDISTAN – Li paytextê cezayê bidarvekirinê li 7 DAIŞiyan hat birîn
    "Kurdistan nikare bi vî awayî berdewam bike"
    ’Peyama Kurdistan’’ê li Amedê ye..
    Etîketan:
    HHK bangî Îran û Tİrkiyeyê kir ku êrişên xwe rawestînin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de