13:40 24 Hezîran 2018
Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

Barzanî ji bo serxwebûnê bangî aliyên siyasî kir

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro daxuyaniyek belav kir û û tê de bangî hemû hêz û aliyên siyasî kir ta ku ji bo nreferandûm û serxwebûna Kurdistanê bicivin û biryarê pêngavên bê bidin.

Navenda Nûçeyan — Barzanî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di destpêka wê de wiha got, "Rewşa navçeyê bi qonaxekî nû da derbas dibe û bi hemû nirxandinekî guhertinên mezin li holêdane. Gelê Kurdistanê di qonaxake hestiyar û çarenivîsaz de ye, nabe ku ew derfata vê carê ji dest biçe".

Serokê herêmê daxuyaniya xwe de bangî hemû aliyên siyasî kir ku di zûtirîn dem de, ji bo referandûm û serxwebûnê yekîtiya neteweyî pêk bînin û wiha dewam kir: "Ji bo vê yekê daxwaz ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê dikim li zûtirîn demî da rêwşuwênên pêwîst li ber bigirin ji bo dirustkirina komdengiya niştîmanî li ser pirsa referandum û serbixweyî û hengava yekem ew e ku li gel Bexda bikevîn guftûgoya eşkere û birayan e."

Di dawiya daxuyaniyê de Barzanî bangî hemû aliyan kir ku bicivin ta ku biryarê li ser pêngava siberojê bidin.

Bi heman mijarî:

Baskan di rapirsîna giştî de serxwebûn xwest
Tony Blair: Serxwebûn mafê gelê kurd e
Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
Serokomarê Iraqê: 'Wekî her gelî serxwebûn mafê kurdan e jî; lêbelê projeyeke wan tuneye'
Parlamenterê rûsî: ‘Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye, ew jî serxwebûn e'
Etîketan:
mafê çarenûsê, referandûm, serxwebûn, Mesûd Barzanî, Bexda, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de