01:52 25 Hezîran 2018
Pêşmerge

Pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

© Flickr / kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku pêşmergeyekî, ku ji ber teqîna li Xûrmatû birîndar bûbû îro jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan — Di 18ê Hezîrana 2016an de otomobîleke bi teqîneyan barkirî, li Xûrmatû teqiyabû û di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 11 kes jî birîndar bûbûn ku di nava brîndaran de sivîl û pêşmerge hebûn.

Li gorî agahiyan hat diyarkirin ku ji wan pêşmergeyên birîndar yekî ku navê wî Macid Cûme ye, ji ber kûrbûna birîna xwe îro jiyana xwe ji dest daye.

 

 

Bi heman mijarî:

KCK: ‘Ji ber şerê li Xûrmatû em bi fikar in'
Teqîn li Qoserê: 4 Birîndar
Li Xeta petrolê ya Kerkûkê teqîn
Li Balafirgeha Pudongê teqîn!
Etîketan:
îro, jiyana xwe ji dest da, sivîl, teqîn, Pêşmerge, Macid Cûme, Xûrmatu
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de