20:12 18 Hezîran 2018
Mela Bextiyar

Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"

© Foto : Zernews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 31

Berpirsê Politburoya YNKê Mela Bextiyar li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê bi nûnerên konsolosên welatên biyanî re hevdîtin pêk anî. Bextiyar, Şingal jî Kerkûk jî axa Kurdistanê ye.

Hewlêr — Berpirsê Politburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî û konsolosên biyanî re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Bextiyar di civîna çapemenî de got: "Em qebûl nakin ku kurd Kerkûke ji Kurdistanê veqetînin û têxin statûyeke taybet, em vê hewldanê red dikin Şingal, Kerkûk, Xaneqîn û herêmên din jî perçe û axa Kurdistanê ye."

Mela Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em wekî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) di mijara Kerkûkê de tu nêrîneke nexwezayî qebûl nakin û ji bo dawî anîna van hewldanan em dixebitin."

Beriya niha bi çend roja Waliyê Kerkûkê Necmedin Kerim di daxuyaniya xwe de pêşniyara pêvajoyeke demborî kiribû û gotibû, Kerkûk beriya ku bi Kurdistanê ve were girêdan dê wekî herêmeke taybet were birêvebirin. Li Herêma Kurdistanê ev pêşniyara Waliyê Kerkûkê Kerim rastî nerazîbûnê hatibû.

Bi heman mijarî:

YNK û Goranê piştgiriya referandûmê dikin
PDK û YNK: ‘Kerkûk xeta sor e'
YNK û Goranê endamên Desteya Hevbeş diyarkirin
PDK û YNK wê li hev bicivin
YNK: Ji bo referandûmê pêdivî bi çalakkirina parlementoyê heye
Etîketan:
Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye, Waliyê Kerkûkê, Berpirsê Politburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Necmedin Kerim, Mela Bextiyar, hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de