22:20 17 Kanûn 2017
Zindî
    Jinên Êzîdî

    Yazdayê rizgarkirina jinên Êzîdî derewand

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûçeyên derbarê rizgarkirina 354 jinên Êzîdî nehatin piştrastkitin ku dihate gotin, li Felûceyê di destê DAIŞê de bûn. Rayedarê saziya Yazdayê got ku ev nûçe ji bingehîn ve ne rast e.

    Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Di hin saziyên ragihandinê de hate ragihandin ku di çarçoveya operasyona Felûceyê de 354 jinên Êzîdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Lê Rêveberê saziya Yazda ofîsa Dihokê Cemîl Çomer ji Sputniknewsê re aşkere kir ku ev nûçe ne rast in.

    Çomer got ku, listeya navan hatiye belav kirin, lê hinek ji wan navan demeke berê serî li me dabûn û niha li Almanyayê ne. Cemîl Çomer ev agahî dan; "Hinek ji wan nava niha li Elmanya ne. Hatibûn saziya Yazdayê. Hinek belkî bûne salek derketibin. Me birine psîkolog. Agahiyên wan li gel me hene. Ev tiştê ku hatiye gotin ji koka binî derewe. Nizanim heman nav ji ku peyda kirine? Lê hemû derew e."

    Bi heman mijarî:

    Malbateke êzîdî li Reqqayê hat rizgarkirin
    Fermandara HSDê: Em ê jinên Êzîdî ji destên DAIŞê rizgar bikin
    HPGê 51 êzîdî ji destê DAIŞê xelas kir
    52 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn! Hejmar: 3 hezar û 878
    Kongreya Amerîkayî: ‘Tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî komkujî ne'
    Etîketan:
    Jinên Êzîdî, rizgarkirin, Yazda, DAIŞ, Cemîl Çomer, Fellûce, Dihok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de