20:31 24 Îlon 2017
Zindî
    Denîz Çîftçî

    Lêkolîner Denîz Çîftçî: Qeyrana li Herêma Kurdistanê pir kûr e

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Lêkolînerê Kurd Denîz Çîftçî ku ev demeke dirêj e li herêma Kurdistanê lêkolînan dike, li herêma Kurdistanê di derbarê ‘qeyrana aborî û siyasî' de anketek lidarxist.

    London — Denîz Çîftçî eşkere kir ku ji bo anketê bi 370 kesan re hevdîtin pêk aniye ku ji wan 250 kes ji gel in, 120 kes jî ji saziyên siyasî û fermî ne.

    Lêkolîner Çîftçî ji Londonê ji bo Ajansa Sputnik Kurdistanê axivî û got anket bi taybetî li ser ‘qeyrana aborî û siyasî' ya li herêma Kurdistanê bû û me xwest ku em bandora vê ‘qeyranê' ya li ser referandûmê bikolînin.

    Çîftçî diyarkir ku bi gelek saziyên siyasî, Îslamî, ciwan û jinan re, bi gelek siyasetmedar, fermandarên artêşê û kesên sivîl re hevdîtin pêk aniye û ji wan pirskiriye ku li herêma Kurdistanê qeyraneke siyasî û aborî heye an na, ger ku hebe sedem û çareseriya vê qeyranê çi ye.

    Herwiha Çîftçî di derbarê encama anketê de jî da zanîn ku gel bi piranî dibêje qeyraneke siyasî û aborî ya gelekî kûr li herêma Kurdistanê heye û divê berê referandûmê ev qeyran were çareserkirin. Çîftçî anî ziman ku gel dibêje ger ev qeyran neyê çareserkirin tu wateya referandûmê tune ye. Divê qeyrana siyasî û aborî were çareserkirin û bi biryareke hevpar ya hemû partiyan referandûm were lidarxistin.

    Dîsa lêkolîner Çîftçî anî ziman ku ji %92yê beşdarvanên anketê gotine li herêma Kurdistanê qeyraneke siyasî û aborî ya gelekî kûr heye, ji %45ê beşdarvanan gotine ger ku ev qeyrana siyasî û aborî neyê çareserkirin em tevlê refenrandûmê nabin. Çîfçî herî dawiyê diyarkir ku gel gendeliyê wek sedema ‘qeyrana aborî' ya sereke dibîne û ji 250 beşdarvanan 246 kesan di vê yekê de hikumeta herêmê wek berpirsyar dîtiye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan li benda sewqîyata amûrên leşkerî yên Rûsyayê ye
    KURDISTAN - Kurdan serxwebûna xwe ragihand
    Kurdistan dê 1.6 milyon dolar bûrsê bide
    Îsraîl: ‘Li Sûriyeyê dê Kurdistan ava bibe'
    Etîketan:
    Sputnik Kurdistan, Denîz Çîftçî, London, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de