00:25 19 Hezîran 2018
Dr. Doç. Cuma Çiçek

Cûma Çîçek: Nafikirim ku Kurdên mihafezekar partiyeke nû ava bikin

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Akademîsyen Cûma Çîçek dibêje ku şer û pevçûnên li herêma Kurdan bûye sedem ku mihafezekarên Kurd him ji PKK û HDPê him jî ji dewlet û AKPê aciz bibin. Çîçek herwiha ragihand ku ez nafikirim mihafezekarên Kurd partiyekê ava bikin.

Navenda Nûçeyan — Siyasetzanê Kurd Dr. Cûma Çîçek ku bi analîzên xwe yên siyaseta Kurdî tê nasîn, di derbarê rewşa siyaseta Kurd ya herî dawîn de ji Ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û got di hilbijartina 7ê Hezîranê de HDPê dengên xwe nêzî 3 mîlyonan zêdekir û piraniyên van dengan jî ji însanên mihafezekar girt.

Çîçek sedema piştgiriya HDPê ya van însanan jî wisa anî ziman "Li gorî nêrîna min sedema esasî ya ku wan însanan raya xwe dan HDPê ew bû ku HDP aşitî parast, yanê di pêvajoya çareseriyê de roleke aktif girt. Piştgiriya van însanan ji bo aşitiyê bû û wan piştgiriya aşitiyê kirin. Duyemîn jî ew bû ku ev însan di nava Kurdan de wek Kurdên entegrebûyî bûn. Gava ku em li encama 7ê Heziranê binêrin, em ê bibînin ku HDPê 3 mîlyon dengên nû ji van Kurdên entegrebûyî girtiye. Ji ber ku ev însan pêşeroja xwe di yekîtiya Tirkiyê de dibînin, li cihên ku wek Stenbol û Enqereyê dimînin û HDP jî him ji aliyê siyasî, him ji aliyê aborî him jî ji aliyê fikrî ve wek projeya entegresyona Tirkiyê bû. Û bi ya min ev şer û pevçûn him li ser proseya entegresyonê him jî li ser rola HDPê ya aştiyane tesîreke negatif dikin û dibe ku ev jî tesîreke negatif li ser van însanan jî bike."

ÇÎÇEK: NAFIKIRIM KU KURDÊN MIHAFEZEKAR PARTIYEKE NÛ AVA BIKIN

Siyasetzan Çîçek di derbarê avakirina partiyeke nû de jî ev gotin anîn ziman:

"Bi ya min zehmet e ku partiyeke nû were ava kirin. Ji ber ku qada siyasî ya Kurd ne yekdeng e, ji xeynî HDPê gelek partiyên din ên Kurd hene. Ji xeynî wan jî li herêma Kurdan AKPê bi xwe wek opozîsyona siyasî ya esasî ye. Mixalefeta mihafezekara esasî ya Kurd jixwe di nava AKPê de ye. Difikirim ku ev şer û pevçûn çawa li ser Kurdên mihafezekar ên ku cara yekemîn dengên xwe dan HDPê tesîreke negatîf kir, dibe ku vê tesîrê li ser Kurdên mihafezekar ên ku dengên xwe didin AKPê jî bike. Ev însanên mihafezekar çi qas ji rola PKK û HDPê nerehet in, bi ya min ew qas ji rola dewlet û AKPê jî nerehet in. Yanê ev nayê wê wateyê ku kesên ji HDPê veqetin wê biçin AKPê. Ji ber ku kesên dengen xwe dan AKPê jî ji bo aşitiyê û çareseriyeke siyasî dan AKPê."

Dîsa Siyasetzan Çîçek di pêşketina HDPê ya 7 Hezîranê de girîngiya faktora jeopolîtîk anî ziman û got "tiştên ku li Iraq û Sûriyê, li Rojhilata Navîn diqewimin, ji xeynî Kurdên alîgirên HDP, tevlê Kurdên AKPyî li ser hemû Kurdan tesirê dikin. Dîsa pozisyona HDPê jî, çi ji aliyê gotinê çi jî ji aliyê temsîliyetê ve tesîrek kir. Yanê HDPê hewl da xwe bibe wek koalîsyoneke nû ya hemû derûdorên ku ji dewletê aciz in, wek însanên liberal, sosyalist, netewperwerên Kurd, mislimanên demokrat."

Çîçek nirxandina xwe ya ji bo Sputnikê wisa bi dawî kir "HDP di hilbijartina dawiyê de li gorî hilbijartinên berê, temsîliyeta mislimanan xurtir kir ku kesên wek Ayhan Bîlgen, Huda Kaya, Nîmetûllah Erdogmûş, Seher Akçinar û nûnerê Hereketa Azadî Adem Geverî cih girtin. Helbet di vir de tesîra Hereketa Azadî jî hebû lê kêm bû, ji ber ku Azadî Hereketek nû bû û tesîra wê ya civakî ne xurt bû. Lê li gel vê yekê ji aliyê fikrî û temsîlê de tesîra wê ya li ser HDPê gelekî zede bû."

 

 

Bi heman mijarî:

HDP: Wê nikaribin me ji siyasetê dûr bixînin
Selahattin Demîrtaş ji bo Erdogan: HDP bûye kabûsa te
HDP: Roja Rojnemevaniya kurd pîroz be
HDP dengên xwe li rojhilat zêde û li rojava jî kêm dike
Etîketan:
Mihafezekar, HDP, Kurd, Sputnik Kurdistan, Dr. Doç. Cuma Çiçek, Mêrdîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de