06:31 20 Sibat 2018
Zindî
    Newşîrwan Mistefa û endamên Goranê

    Newşîrwan Mistefa: Çima Herêma Kurdistanê ji qonaxa baş gihîşt vê rewşê?

    © Foto: rudaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de axivî û got ku ew ê kesên arîşe ji gel re çêkirine û welat rastî karesatan kirine bidin dadgehê.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistinên Tevgera Goranê di bin serokatiya Newşîrwan Mistefa de li Silêmaniyê kom bû. Newşîrwan Mistefa di civînê de axivî behsa wê peymani kir ku di navbera Goran û YNKê de hatiye îmzekirin. Mistefa got ku ew hewl didin ku benden hatine îmzekirin bicî bînin.

    Serokê Goranê Mistefa herweha derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û krîza heyî de jî nirxandin kir. Newşîrwan Mistefa di axavtina xwe de diyar kir ku; "Divê em bipirsin û bizanin ka çima Herêma Kurdistanê ji vê qonaxa baş ve gihîşt vê rewşa niha."

    Nirxandina Serokê Goranê di vê mijarê de wiha berdewam kir; "Li her cihê ew kesên ku arîşeyan bo civakê çê dikin û karesatan bi ser vî welatî de Tînin, dê bikevin pêşberî dadgehê û dê lêpirsîn ji bo wan were vekirin."

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goranê piştgiriya referandûmê dikin
    YNK û Goranê endamên Desteya Hevbeş diyarkirin
    YNKê û Goranê desteyek hevbeş çêdikin
    PDK ji peymana YNK û Goranê nerazî ye
    YNKê rêkeftina bi Goranê re pejirand
    YNK û Tevgera Goranê peymanekê îmze dikin
    Etîketan:
    hesabpirsîn, Tevgera Goranê, Newşîrwan Mistefa, Herêma Kurdistanê, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de