04:51 26 Sibat 2018
Zindî
    Teqîn

    Li Wanê teqîn: 2 jê giran 6 polîs birîndar bûn

    © Foto: DHA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Wanê teqînek çêbû û di encama teqînê de 6 polîs birîndar bûn.

    Wan — Li gorî zanyariyan îro di saet 17:an de li navçeya Westanê ya Wanê teqînek çêbû. Hat diyarkirin ku li ser riya Wan-Westanê gava ku wesayita zirxî ya polîsan derbas dibû, bombeyeke ku berê li ser rê hatibû bicihkirin teqiya û di encama teqînê de 6 polîs birîndar bûn.

    Piştî teqînê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê û polîsên birîndar rakirin nexweşxaneya Wanê. Hat zanîn ku birîna 2 polîsan giran e û rewşa wan ya tenduristiyê nebaş e.

    Herwiha piştî teqînê gelek hêzên ewlehiyê jî hatin cihê bûyerê û dest bi operasyonan kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê teqîn: Yek ji wan serdarek 6 leşker hatin kuştin
    Li Wan û Colemêrgê 2 leşker mirin
    Vegera kurdan a ji bo gundên wan dest pê kir
    Kiliçdaroglu: Kesên ku piştirgiyê bidin HDPê ez ê wan ji partiyê bavêjim
    Îsraîl êdî cenazeyên filistîniyan dê radestî malbatên wan neke
    Etîketan:
    birîndar, polîs, teqîn, Westan, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de