22:00 22 Sibat 2018
Zindî
    Peymana di navbera Goran û YNKê de li mala Celal Talabanî hate îmzekirin

    YNK û Goranê piştgiriya referandûmê dikin

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Desteya Hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê biryar girtin ku piştgiriyê bidin pêvajoya referandûmê û serxwebûnê. Desteyê li ser wî tiştî li hev kir ku Kerkûk weke parçeyekî Kurdistanê bê qebûlkirin.

    Navenda Nûçeyan — Civîna Konseya Hevbeş a YNK û Tevgera Goran îro li Silêmaniyê civiya. Civîn di bin serokatiya endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed û Serokê Goranê Nêwşîrwan Mistefa birêve çû.

    Li gor nûçeya Rûdawê, her dû partiyan di civînê de li ser hin xalan gotûbêj kirine û gihiştine encamekê. Di vê çarçoveyê de YNK û Goran biryara piştgiriya pêvajoya referandûm û serxwebûnê standine.

    Dîsa derbarê rewşa Kerkukê de her dû partî jî dibêjin ku Kerkûk parçeyek ji Kurdistanê yê û divê beşdarî Herêma Kurdistanê bibe.

    Li gor nûçeya Rojnewsê desteyê herweha diyar kiriye ku biryar ji bo "Israrkirina li ser aktîvkirina hemû pêkhate û saziyên hikûmetê yên ku hatine paşda xistin" hatiye standin.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdan: Referandûm mafê dîrokî û meşrû yê kurdan e
    Seroka Xirvatistanê referandûm nirxand: ‘Birêz Barzanî te bi wêrekî karekî mezin kir’
    ‘Referandûma serxwebûnê mafê kurda ye'
    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê dest bi pêngavên siyasî kir
    Mehmûd Osman: Divê referandûma serxwebûnê bi çavdêriya NYyî were pêkanîn
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, Goran, YNK, Nêwşîrwan Mistefa, Hêro Îbrahîm Ehmed, Kerkûk, Herêma Kurdistanê, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de