14:06 18 Hezîran 2018
Romeo Hekarî - serokê partiya beyt-nahran

Siyasetmedarê xiristiyan: Dema Kurdistana serbixwe hatiye

© Foto: fb
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serkreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Beyt-Nahraynê Romero Hekarî got, xiristiyan beşek ji herêma Kurdistanê ne û ew ê ticarî ji welatê xwe dernekevin.

Navenda Nûçeyan — Hekarî bi kovara Ulanê ya herêma Kurdistanê re axivî û teqez kir, xiristiyan beşek ji herêma Kurdistanê de û ew ê ticarî dest ji welatê xwe bernedin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat ya Beyt-Nehrenê diyar kir ku dema referandûmê hatiye û wiha got, "gelo heta kengî em ê wiha bimînin".

Hekariyî ragihand ku herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne, gelek kêşe dê werin çareserkirin û wiha dewam kir, "xiristiyanên herêma Kurdistanê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin. Êdî pêdiviya me bi Iraq û Artêşa wê nemaye. Ji xwe min xwe ticarî iraqî nedîtiye".

Herwiha siyasetmedarê xiristiyan diyar spasiya Kurdistanê kir û got, "gava ku misilmanên şîî û yên sunî êrîşî me kir, me xwe spart herêma Kurdistanê."

Bi heman mijarî:

‘Referandûma serxwebûnê mafê kurda ye'
Mesrûr Barzanî: Dem dema serxwebûnê ye
Talebanî: ‘Pêwistiya serxwebûnê ji kurdan re wekî nan û avê ye'
Elî Ewnî: Ji bo serxwebûnê pêdivî bi referandûmê tine
Eren Keskin: Divê kurd behsa serxwebûnê jî bikin
5 partiyên kurdan dê li Kolnê ji bo serxwebûnê xwepêşnadekê li dar xin
Swêd: ‘Heke kurd biryara serxwebûnê bidin, Ewropa dê pêşwaziyê lê bike'
Etîketan:
serxwebûn, sunî, şîî, xiristiyan, Partiya Demokrat ya Beyt-Nehrenê, Romeo Hekarî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de