16:40 20 Sibat 2018
Zindî
    jinên êzidî-pêşmerge

    Erebên Iraqê ji destê DAIŞê reviyan xwe radestî hêzên pêşmerge kirin

    © REUTERS/ Ahmed Jadallah
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku zêdetirî hezar erebên Iraqê yên sivîl ji cihên ku di destê DAIŞê de ne reviyan û xwe radestî hêzên pêşmerge yên herêma Kurdistanê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Rûdawê yên ku ji berpirsê eniya Mexmûr-Duwerê Sîrwan Barzanî bidestxistine tenê roja Duşemê 915 kesan ji cihên ku di destê DAIŞê de ne, reviyane û xwe gihandine sînorê herêma Kurdistanê. Di du rojên dawî de hejmara sivîlên ku ji DAIŞê reviyane gihîştiye hezar û 100 kesî.

    Barzanî diyarkir ku ji havîna 2014an heta niha zêdetirî 13 hezar kesan xwe gihandine Pêşmergeyên herêma Kurdistanê û tene sivîl xwe radestî pêşmerge nakin, carinan hinek terorîstên DAIŞê jî xwe radestî pêşmergeyan dikin.

    Bi heman mijarî:

    "Kurdistan nikare bi vî awayî berdewam bike"
    ‘Kurdistan bo bidawîkirana şerê Sûriyeyê çi divê emê bikin'
    Kurdistan dibe endamê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê
    KURDISTAN - Kurdan serxwebûna xwe ragihand
    Etîketan:
    ereb, Peşmerge, DAIŞ, Sîrwan Barzanî, kurdistan, mexmûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de