00:02 22 Sibat 2018
Zindî
    Petersburg

    Rûsya: 'Em ê bi Kurdistanê re hin projeyên hevpar yên aborî li dar bixin'

    © Foto: Sputnik/ Alexei Danichev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Balyozê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Viktor Simakov, ragihand ku wê di demeke nêz de li gel Herêma Kurdistanê projeyên aborî yên hevpar li dar bixin.

    Navenda nûçeyan — Simakovî diyar kir ku ew amadehiyên hin projeyên aborî dikin û wê di demeke nêz dest bi xebatên xwe bikin. Viktor Simakov, behsa Konferansa  Sen Petersburg ya ku wê di 16-18 Hezîranê de bê lidarxistin kir û diyar kir ku piştî konferansa navborî wê têkiliyên aborî yên li gel Herêma Kurdistanê xurtir bikin.

    Balyoz Simakov, da zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî Konferansa Aborî ya Sen Petersburgê bibe. Simakovî daxuyand, ku wan 2 sal berê li gel Kurdistanê hin peymanên aborî îmze kirine lê ji ber êrişên DAIŞê mecbûr mane ku hemûyan betal bikin.

    Simakov got ku ew hêvî dikin ku projeyên ku hatine betalkirin di demek nêz de têkevin merîyetê.

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN – Li paytextê cezayê bidarvekirinê li 7 DAIŞiyan hat birîn
    "Kurdistan nikare bi vî awayî berdewam bike"
    ’Peyama Kurdistan’’ê li Amedê ye..
    Wezîrê Berê yê Kurdistanê: "Kerkûka Xweser" projeya Tirkmenan e
    Li Kurdistanê welatiyekî kurd kuştî hat dîtin
    Etîketan:
    hevkarî, alîkarî, aborî, viktor simakov, kurdistan, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de