17:52 21 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Herêma Kurdistanê û Rojavayê li hev kir

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku herêma Kurdistanê û Rojavayê li hev kiriye, ku deriyê sînorî yên Sêmalka-Pêşxabûr bi fermî vebe û ti bac ji kelûpelên derbasî Rojavayê dibin, neyên stendin.

    Navenda Nûçeyan — Duh hatibû ragihandin ku deriyê sînorî yê navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê bi awayekî fermî bê vekirin.

    Hat ragihandin ku birêveberiya herêma Kurdistanê biryar da ku ew derî bê vekirin ta ku rê ji derbasbûna alîkariyên mirovî bo Rojavayê bê vekirin.

    Li gorî agahiyên ketine destê me, deriyê sînorî ji bo şandina derman, xwarin û alîkariyên mirovî û herwiha ji bo bazirganiyê jî hatiye vekirin.

    Ji aliyekî din ve, piştî vekirina deriyê sînorî, kamyonên Rojavaye dest pê kir ku derbasî herêma Kurdistanê bibin.

    Hemîd Derbendî herwiha got: "Ji bo ku alîkarî bi nirxeke erzan bigihîjin destê welatiyên li Rojavayê Kurdistanê, nabe ti aliyek li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê gumrikê li ser tişt û kelûpelan deyne."

    Bi heman mijarî:

    Rojava û Herêma Kurdistanê ji bo Sêmalkayê kom bûn
    KNK li hember Sykes Picot ê diçe ber deriyê Sêmalkayê
    Wezîrê Herêma Kurdistanê: Deriyê Sêmalkayê vekin
    KURDISTAN ''Em piştgiriya daxwaza federasyonê ya kurdên Rojavayê..."
    Kurdistanê ji bo Rojava: ‘Bibin yek û federalîzmê bixwazin'
    Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şer bikin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de