18:07 22 Sibat 2018
Zindî
    Xeta petrolê

    Li Xeta petrolê ya Kerkûkê teqîn

    © Foto: AA/ Sedat Budak
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku duhî hinekan êrişî xeta petrolê ya Kerkûkê kirin û boriya petrolê teqandin.

    Kerkûk — Serokê Komîsyona Enerjî û Petrolê ya Meclîsa Bajarê Kerkûkê Ehmed Eskerî ragihand ku du xetên petrolê yên Kerkûkê Bay Hasan û Havana duhî şevê din rastî êrişekê hat û xeta petrolê hate teqandin.

    Ehmed Eskerî di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Ev xeta boriyê ku hate teqandin berê aîdî Şirketa Petrolê ya Kuzeyê bû û bûyer li herêma rojavayê Kerkûkê ku piranî ereb lê dimînin pêk hat.

    Ji aliyê din ve yek ji xeta boriya petrolê ku di navbera Kerkûk û Hewlêrê de ye di 28ê Berfenbarê de 300 metro qablo hatibû kişandin û TNTyê sabote kiribûn. Di nava 6 mehên dawî de ev cara 5emîn e ku êrişî xetên boriya petrolê ya Kerkûkê dikin.

    Her wiha li Kerkûkê Havana, Bay Hasan, Babagurgur, Hebaziya û Cenbure jî di nav de 5 kanayên petrolê hene. Kanayên Havana û Bay Hasan ji terefê Wezareta Kaneyên Sirûstî ya Herêma Kurdistanê ve û yên mayîn jî ji terefê Wezareta Petrolê ya Iraqê ve tê bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    KERKÛK - DAIŞê êrişî pêşmerge û PKKê kir
    Kerîm:'Bi tu awayî nabe Kerkûk bi Iraqê re girêdayî bimîne'
    KERKÛK - Rewşenbîrên kurd: Bila Kongereya Neteweyî bê lidarxistin
    Necemedîn Kerîm: Divê êdî Kerkûk û Bexda ji hev cuda bibin
    Iraq: Em bi riya xeta Kerkûk - Ceyhanê êdî petrol nafiroşin'
    Etîketan:
    Êrişî xeta petrola Kerkûkê kirin, Serokê Komîsyona Enerjî û Petrolê ya Meclîsa Bajarê Kerkûkê, Ehmed Eskerî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de