10:40 18 Hezîran 2018
Peymana di navbera Goran û YNKê de li mala Celal Talabanî hate îmzekirin

YNK û Goranê endamên Desteya Hevbeş diyarkirin

© Foto : fb
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî peymana di navbera YNKê û Tevgera Goranê de hate îmzekerin her du partiyan endamên xwe ji Desteya Konseya hevbeş diyar kirin. Ji her partiyekê wê 6 kes di nava vê desteyê de cî bigirin.

Navenda Nûçeyan — Li Silêmaniyê rêvebiriya Tevgera Goranê civîna xwe li dar xist û biryar girt ku endamên xwe yên w idi Desteya Hevbeş de cî bigire diyar kir. Li gor agahiyên ku di malpera fermî ya Goranê de hatine belavkirin 6 kesên wê di konseyê de cî bigirin ev in: Newşîrvan Mistefa, Omer Seyîd Elî, Osmanî Hacî Mehmûd, Mihemed Tofîq Rehîm, Samal Ebdullah û Îsmayil Namiq.

Li gor nûçeya Rojnewsê duh jî endamên YNKê navên endamên xwe diyar kiribû ku Dr. Berhem Salih, Hêro Îbrahîm, Hakim Qadir, Îmad Ehmed, Refet Ebdullah û Şalaw Kosret di nav desteyê de wê cî bigire.

Di 17ê Gulanê de piştî ku peymanek hevbeş di navbera her du partiyan de hati îmzekirin biryar hatibû girtin ku desteyek hevbeş jî were amadekirin.

Bi heman mijarî:

“YNK û Goran hikûmeteke herêmî dadimezirînin”
YNK:'Kerkûkî dixwazin bibin perçeyekî Herêma Kurdistanê'
PDK ji peymana YNK û Goranê nerazî ye
YNK û Goran peymana xwe li mala Mam Celal îmze dikin
YNK û Tevgera Goranê peymanekê îmze dikin
Etîketan:
desteya hevbeş, Tevgera Goranê, YNK, Herêma Kurdistanê, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de