13:12 24 Gulan 2018
    Deriyê sînor

    Deriyê Sêmalkayê hat vekirin!

    © Foto : basnews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara vekirina deriyê sînorî yê di navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê de da.

    Hewlêr — Li gorî agahiyên ketine destê me, Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser deriyê sînorî yê di navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê de, ku li Başûrê Kurdistanê wek deriyê Pêşxabûrê û li Rojavayê Kurdistanê we deriyê Sêmalkayê tê naskirin, biryareke nû da.

    Berpirsê Dosyaya Rojavayê Kurdistanê di Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de, Dr. Hemîd Derbendî ragihand: "Berpirsê deriyê sînorî yê Pêşxabûr hatiye agahdarkirin, ku bo şandina derman, xwarin û pêwîstiyên mirovî deriyê sînorî yê Pêşabûrê bê vekirin."

    Hemîd Derbendî herwiha got: "Ji bo ku alîkarî bi nirxeke erzan bigihîjin destê welatiyên li Rojavayê Kurdistanê, nabe ti aliyek li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê gumrikê li ser tişt û kelûpelan deyne."

    Bi heman mijarî:

    KNK li hember Sykes Picot ê diçe ber deriyê Sêmalkayê
    Wezîrê Herêma Kurdistanê: Deriyê Sêmalkayê vekin
    Rojava û Herêma Kurdistanê ji bo Sêmalkayê kom bûn
    Kurdistanê ji bo Rojava: ‘Bibin yek û federalîzmê bixwazin'
    Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şer bikin
    Etîketan:
    deriyê pêşxabûr, deriyê sêmalka, Demîd Derbendî, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de