12:35 24 Çile 2018
Zindî
    mesut barzanî

    Barzanî: 'DAIŞ ji bo hemû nirxên mirovî xetereyeke mezin e'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Sûryaniyên Rojhilat û Patrîgê Dêra Moran Mor Ignatius II. Efrem li ofîsa xwe pêşwaz kir û diyar kir ku qedera kurd û sûryaniyan yeke.

    Navenda nûçeyan — Ignatius II. Efrem di axaftina xwe diyar kir ku ew li ser navê gelê Xirîstiyanên Kurdistanê spasiya xwe ji Barzanî re dikin û got Barzanî her mafên Xirîstiyanan parastiye. Barzanî jî weke bersîv daxuyand ku bila gelê Xirîstiyan welêt terk nekin lewra yan emê bi  hevre bimrin yan jî emê bi azadî bi hevre bijîn.

    ‘Gelê Xirîstiyan bêne parastin wê bi ti deran neçin'

    Patrîk Mor Ignatius bal kişand ser giringiya jiyana aştîyane ya  xisrîtiyan û misilmanan ya li Kurdistanê û got dema ku jiyana Xirîstiyanan bê parastin wê bi ti deran ve neçin. Patrîk Mor Ignatius ji Barzanî daxwaziya rizgarkirina  herêmên Xisrîstiyanan yên di bin kontrola DAIŞê jî kir.

    ‘DAIŞ ji bo hemû nirxên mirovî xetere ye'
    Barzanî di axaftina xwe de behsa hovîtiyên terorîstên DAIŞê kir û ragihand ku DAIŞ ji bo hemû nirxên mirovî xetereyeke mezin e.


    Bi heman mijarî:

    Terorîstên DAIŞ 19 jinên kurd şewitandin
    Bi serkeftina Felluceyê dê DAIŞ ber bi têkçûnê ve biçe
    NY: DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertal
    Li derdora Ezazê di navbera DAIŞ û muxalifan de şer derket!
    DAIŞ jinen dîl li ser facebookê difroşe
    Etîketan:
    daiş, xetere, xirîstiyan, Ignatius II. Efrem, Mesûd Barzanî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de