10:15 20 Çile 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî piştgirî da xweseriyê

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê daxwaza xweseriyê ya Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê got ku, xweserî mafê hemû wîlayetan e.

    Silêmanî — Nêçîrvan Barzanî îro li Silêmaniyê serdana nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir. Banzanî li vir bi berpirsê nû yê PDKê yê Silêmaniyê Şêx Edhem Barzanî re kom bû.

    Nêçîrvan Barzanî piştî kombûnê ji rojnamegeran re axivî û got ku, "Em piştgirî li xweseriyê dikin. Bi her awayî tiştekî gelekî pêwîst e. Lê ne tene ji Silêmaniyê re."

    Weke tê zanîn Encûmena Wîlayeta Silêmaniyê çend roj berê hişyarî dabû hikûmeta Herêma Kurdistanê û aşkere kiribû ku heke hikûmed din ava 15 rojan de pareye hinek projeyan neşîne êw dê xweseriyê li Silêmaniyê ragihînin.

    Serokwezîrê Herêmê derbarê krîza aborî got ku hikûmeta wî ji bo çareseriyê her tiştên ku ji destên wan tê dikin. Herweha Barzanî diyar kir ku di bernameya wî de hevdîtin li gel Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî û serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Baştir e ku parlementerên kurd vegerin Iraqê
    Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir
    Nêçîrvan Barzanî: ‘Em ê pişesazî û tûrîzmê ji petrolê re bikin alternatîf'
    Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê
    Nêçîrvan Barzanî tevlî şîna Mustafa Koç bû
    Etîketan:
    xweserî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK, Newşîrwan Mistefa, Celal Talabanî, Nêçîrvan Barzanî, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de