21:53 25 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    PDK û YNK wê li hev bicivin

    © Foto: Parlamentoya Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimanê Kursitan (YNK) wê derbarê referandûma serxwebûnê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de bicivin. Di cîvîna her du aliyan da herweha wê xebatên parlamena Herêma Kurdistanê jî bê nîqaşkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeya di malpera fermî ya PDKê de hatiye ragihandin, Emdamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar aşkere kiriye ku wê her du partî di rojên pêş de bicivin, lê dîroka cîvînê nehatiye diyarkirin.

    PDK û YNK wê di civînê de mijara referandûma serxwebûnê nîqaş bikin. Herweha têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijareke din e ku wê her du alî li ser bisekinin. Xebatên parlamena Herêma Kurdistanê weke tê zanîn demeke dirêje sekiniye. Li gor agahiyan wê PDK û YNK derbarê vê rewşê de gotûbêjan bikin.

    Meha borî di navbera Yekîtî û Goranê de peymanek hatibû îmzekirin ku her dû rêxistin êdî wê bi hev re tevbigerin. PDKê bertek nîşanî vê peymanê dabû û îdiakiribû ku peyman ne ji bo berjewendiyên kurdistanê ye.

    Bi heman mijarî:

    Goran: Me biryar da ku bersiva PDKê nedin
    PDKê ji bo referandumê komîteyek damezirand!
    Serxwebûna Kurdistan - PDKê û YNKê li ser referandûmê li hev kirin
    YNKê û Goranê desteyek hevbeş çêdikin
    Goran û YNKê peyman îmzekirin
    Etîketan:
    civîn, Parlamena Herêma Kurdistanê, Goran, YNK, PDK, Kakemîn Necar, Bexda, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de