12:07 26 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî bi sedema heyva Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir

    © Foto: SHK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi sedema hatina heyva remezanê belav kir.

    Hewlêr - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi sedema hatina heyva remezanê belav kir. Barzanî pîrozbahiya Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û her wiha daxwaz kir ku ev meha pîroz bibe meha lêborîn, aştî û aramiyê ku ew cewhera ola Îslamê ne.

    Metnê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: ‘Bi helkefta hatina heyva remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî Herêma Kurdistan û Iraqê dikim.'

    ‘Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq, hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundrewî, derbasbûna Kurdistan û Iraq û navçeyê ji nexweşî û belavbûna aştî, pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.'

    Bila meha pîroza remezanê bikin derfetek ji bo hevkarî, aştî û lêborîniyê ku peyama serekî ya ola pîroza îslame ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Ti sedem tine ku YPGê rê li ber pêşmergeyan bigire
    Barzanî: Rola Mam Celalî nayê jibîrkirin
    Mesrûr Barzanî bi lijneya Îtilafê re civiya
    Barzanî:'Çend gundên şebek û kakaiyan jî di nav de 60 km hat rizgarkirin'
    Peşmêrge bi fermandariya Barzanî operasyoneke mezin dest pê kir
    Etîketan:
    Pîrozbahiya meha remezanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de