12:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Cebilxane

    Îdia - Cebilxaneya ku Tirkiya ji terorîstan re dişand hate girtin

    © Foto: Via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3720

    Hate îdiakirin ku Yekîneya Antî Terorê ya Kantona Efrînê wesayîteke cebilxane bakirî ku dewleta tirk ji terorîstên Eherar El-Şamê yên li gundewarên Îdlibê re dişand, girtine.

    Efrîn — Di dîmenên ku Yekîneya Antî Terorê ya Kantona Efrînê weşandine de tê dîtin ku wesayît bi cebilxane barkiriye û di hindir wesayîtê ji aliyê terorîstan ve ve hatiye veşartin.

    Hate îdiakirin ku li ser xwemikurhatina ajokarê wesayîtê de diyar kiriye ku çavkaniyê cebilxaneyê ya Artêşa Tirkiyayê ye.

    Ajokar eşkere kiriye ku wî cebilxane ji kesek bi navê Ebû Mehmûd Qermûş wergirtiye û ji terorîstên Eherar El-Şam ên li gundewrên Îdlibê re dibir.

    Cebilxaneya ku hatiye girtin ji miqdarekî mezin ji mermiyên keleşên ên eyar 12.5, 14.5 û 23ê pêk tê û ew ji aliyê Yekîneya Antî Terorê ya Kantona Efrînê ve hat desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Di encama topbarana leşkerên tirk de endamê Meclîsa Leşkerî jiyana xwe ji dest da
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê derbasî sînorê Efrînê bû
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êrişî gundên Kobaniyê kir
    Hêzên ewrûpî, amerîkî û YPG di yek eniyê de şer dikin!
    Etîketan:
    keleş, şandin, ajokar, terorîst, cebilxane, Yekîneya Antî Terorê ta Kantona Efrînê, Ebû Mehmûd Qermûş, Tirkiya, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de