05:14 20 Tebax 2017
Zindî
    Goran

    Tevgera Goran:'Kurd ji bo dewletbûnê neamade ne'

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Tevgera Goran li Herêma Kurdistanê ji bo mijara serxwebûnê lêkolîneke rapirsînê kir.

    Hewlêr — Li gorî raporta rapirsînê ku ji 50 rûpelî pêk tê radigihîne ku şert û mercên dewletbûnê hê jî neamade ne. Endamê Odeya Lêkolînê ya Goranê Geylan Abas diyar kir beriya dewlet were îlan kirin divê xwediyê hinek hêmanên bingehîn be.

    Geylan Abas di berdewamiya axaftina xwe de got.'Di vê rewşê dê gel naxwaze em bibin dewlet. Heke sibê sînor li ser rûyê me werin girtin, em ê bi gelek astengiyan re rû bi rû bimînin.'

    Ji aliyê din ve Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê Rebwar Kerîm di daxuyaniyeke xwe de got:'Li Herêma Kurdistanê her du aliyên heyî jî hev qebûl nakin, divê alîgir bizanibin ku di mijara serxwebûnê de tu kes bi tena serê xwe nikare tiştekî bike.'

    Bi heman mijarî:

    Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
    Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
    Serokomarê Iraqê: 'Wekî her gelî serxwebûn mafê kurdan e jî; lêbelê projeyeke wan tuneye'
    Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Etîketan:
    Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê, Rapirsiya Tevgera Goranê, Endamê Odeya Lêkolînê ya Goranê, Rebwar Kerîm, Geylan Abas, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de