23:30 22 Nîsan 2018
    Leşkerên tirk

    Muhammed:'Tirkiye rasterast bi DAIŞê re nakeve pevçûnan

    © REUTERS / Murad Sezer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusuf Muhammed Sadiq ragihand ku artêşa Tirkiyeyê pêşmergeyan perwerde dike.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusuf Muhammed Sadiq di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê pêşmergeyan perwerde dike, alîkariyên leşkerî naşîne û rasterast bi rêxistina terorîst a DAIŞê re nakeve nava pevçûnan.

    Tirkiye piştgiriya grûbên derdora Mûsilê dike

    Yusuf Muhammed Sadiq di axaftina xwe de got:'Artêşa Tirkiyeyê grûbên ereb yên derdora Mûsilê ku hevalbendê wê ne ji bo rizgarkirina bajêr perwerde dike.'

    Sadiq di berdewamiya axaftina xwe de got:'Tirkiye rasterast piştgiriya grûbên derdora Mûsilê dike. Ev erebên nêzî herêma Mûsilê ne û du heb bira serokatiya wab grûba dikin, Atili El Nûceyfî û Usame El Nûceyfî. Atil El Nûceyfî waliyê Mûsilê yê berê bû û birayê wî Usame El Nûceyfî jî Wezîrê berê yê Iraqê bû. Navê ‘Milîsên Welatperwer' li wan grûban kirine.'

     

    Bi heman mijarî:

    5 berpirsên bilind ê YNKê hişyarî dan; ‘Kurdistan tê perçekirin'
    Yekitiya Alimên Îslamê yê Kurdistan: Pêşmerge bila rojiyê negrin
    Îran: Em aramiya axa Kurdistan dixwazin
    Kurdistan dibe endamê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê
    Serxwebûna Kurdistan - PDKê û YNKê li ser referandûmê li hev kirin
    Etîketan:
    Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Atil El Nûceyfî, Usame El Nûceyfî, Yusuf Muhammed Sadiq, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de