16:35 27 Gulan 2018
hdp

Parlamenterên HDPê piştgirî dane serxwebûna Kurdistanê

© Foto: AA
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan û Adem Geverî piştgirî dane serxwebûna Herêma Kurdistanê û ragihandin ku divê referandûma were kirin.

Navenda Nûçeyan — Parlamneterê HDPê yê Amedê Altan Tan di daxuyaniya xwe de got:'Divê mijara referandûmê ne wekî kartekî siyasî were bikaranîn, bila di zemîneke neteweyî de û di çarçoveyeke rêkeftineke hevpar de bê rêvebirin.'

Tan di berdewamiya axaftina xwe de got:'Kurd divê di serî de yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Jixwe li Kurdistanê parlamentoyek heye. Divê di navbera xwe de lihevkirinekê pêk bînin û tiştê pêwist bikin. Bila piştre jî referandûm were lidarxistin. Em jî wekî kurdên perçeyên din jî divê rêzê ji wê yekê re bigrin.'

Geverî:'Mafê referandûmê mafekî xwezayî ye'

Kemal Kerkûkî
© Foto : Osman Bashqali
Her wiha Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî jî di axaftina xwe de got:'Mafê her miletî ye ku çarenûsa xwe diyar bike. Divê gelê kurd û aliyên siyasî di mijara referandûma serxwebûnê de piştgriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin.'

Geverî di berdewamiya axaftina xwe de got:'Di serî de ev rewş divê di qada navneteweyî de were gotûbêjkirin û piştre jî civaka navneteweyî were qanekirin. Helbet divê di serî de Amerîka û Rûsya piştgiriyê bidin kurdan, lewra dibe ku dewletên li herêmê li dijî serxwebûnê derkevin.'

 

 

Bi heman mijarî:

Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
Serokomarê Iraqê: 'Wekî her gelî serxwebûn mafê kurdan e jî; lêbelê projeyeke wan tuneye'
Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e
TAYBET - Goran: ‘Divê serxwebûn û dewletbûn xizmeta kurd û Kurdistanê bike’
Etîketan:
piştgiriya HDPeyiyan a referandumê, Parlamenterên HDPê, Altan Tan, Adem Geverî, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de