23:29 22 Nîsan 2018
    Ala Kurdistanê

    Yekîtiya Ewropayê dê piştgiriya madî bide herêma Kurdistanê

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Ji ber qeyrana darayî ya li herêma Kurdistanê, YEyê biryar da ku alîkariya madî bi herêma Kurdistanê re bike.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî, ji Rûdawê re ragihand ku Yekîtiya Ewropayê duh di civîna xwe de behsa qeyrana aborî ya herêma Kurdistanê kir û wiha dewam kir: "Biryar hat dayîn ku ji bo Kurdistan ji qeyrana aborî xelas bibe, alîkariya madî dê bê kirin".

    Ajgeyi diyar kir ku di serî de Brûksel, li gelek paytextên Ewropayê xebatên lobiyê tên kirin û got: "Vê biryarê eşkere kir ku qeyrana aborî ya Kurdistanê ket rojeva Yekîtiya Ewropayê."

    Rayedarê Kurdistanê diyar kir ku Bankaya Cîhanê ya YEyê û IMFê piştgiriyê dide wê yekê ku deynan bide Kurdistanê.

    Hêjayî gotinê ye ku piştî erzanbûna buhayiyay petrolê, ji mêj de muçeyên karmendên Kurdistanê nayên dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’
    Kurdistanî guh nadin qeyrana aborî: Ji bo avakirina mizgeftan 40 milyon dolar
    Encamnameya Civata Wezîran a taybet ji bo qeyrana aborî eşkere bû
    Hikûmeta Kurdistanê qeyrana aborî ji zanayên misilman re şîrove kir
    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Talabanî li ser qeyrana siyasî peyamek belavkir
    Etîketan:
    alîkarî, qeyrana darayî, IMF, Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî, Ewropa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de