04:42 19 Çile 2018
Zindî
    Şervanê YPGê û Pêşmerge - Ala rengîn û ala YPGê - şervanên kurd

    KERKÛK - Rewşenbîrên kurd: Bila Kongereya Neteweyî bê lidarxistin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Nivîskar û rewşenbîrên kurd ên Kerkûkê ji bo pirsgirêka kurdan çareser bibe, xwast ku kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Rewşenbîrên kurd xwest ku amadekarî ji kongreya neteweyî re bên kirin.

    Kerkûk — Nivîskar û Rewşenbîrên kurd yên Kerkûkê dibejin ku bila gelê kurd, pirsgirêk û daxwazên xwe li Kongreya Neteweyî bînin ziman û di rêya kongreyê re bangî cîhanê bikin.

    "Bila serxwebûn bi Kongreya Neteweyî bê ragihandin"

    Rewşenbîrên kurd Zahir Şukir ragihand ku gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê jî hîn mafên xwe bi dest nexistine. Zahir Şukir wiha dewam kir: Îro di medyaya kurdan de behsa Sykes-Picotê tê kirin û dibejin ku Sykes-Picot hilweşiyaye û behsa dewleta kurdan tê kirin. Min dixwast ku ev mesele, di Kongreya Netewayî de bihata rojevê. Li gorî min heta Kongre neyê çêkirin, serxwebûn nayê ragihandin. Ji ber ku ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê, piştgiriya her çar perçeyên Kurdistanê pêwîst e.

    Zahir Şukir dibejê, pêwîst e ku hemû partiyên kurdan ji bo Kongreya Neteweyî bên cem hev û çi serxwebûn, çi federasyon be, divê kurd bi hev re wê fikirê ava bikin. Heta ku kurd nebin yek, dijminên wan dê bihêz bin, lê dema ku kurd bibin yek kurd bi xwe dibin hêz, bi ser dikevin û dijminên kurdan ji wan ditirsin.

    Nivîskar û Rewşenbîrê kurd Ahmed Refiq jî dibeje ku hewcedariya kurdan ew e ku partiyên kurdan ji bo hevgirtinê bixebitin. Bila Kongreya Neteweyî pêk were û hemû kurd beşdarî kongreyê bibin û hemû kurd fikirên xwe bînin ziman. Pêkhatina Kongreya neteweyî dê dilê hemû kurdan şad bike.

    Pêwistiya herî mezîn ew e ku hemû kurd bibin yek.

    Ehmed Refiqî diyar kir ku divê gelê kurd di Kongreya Neteweyî daxwaza mafê çarenûsê bîne ziman û pêwist e ku em nivîskar û rewşenbîrên kurd jî stratejîya kongreyê diyar bikin. Ji ber ku sed sal di ser Sykes-Picotê re derbas bûn, ji bilî êrişên DAIŞê, gelek aloziyên din li herêmê hene. Ji ber wan sedeman pêwistiya herî mezîn ew e ku hemû kurd bibin yek.

    Ehmed Refiq axiftina xwe wiha xilas kir: Li Rojavayê sîstema Federasyonê hat ragihandin, li bakur jî dewleta tirk li dijî gelê kurd komkujîyeke mezin pêk tîne, lê gelê kurd jî hemberî dewleta tirk tekoşîneke mezin dide.
    Dîsa li başûr jî di makeqanûna Iraqê ya 25 salan de, şêweyeke ji serxwebûnê cih girtiye. Tenê Rojhilat dimîne ew jî eger 3 parçeyên Kurdistanê serkeftin bi dest bixin, li wê derê jî tekoşîn dê mezin bibe. Ji bo vê pêwîst e ku em hemû kurd dev ji berjewndiyên partiyan ên teng berdin û em amadekeriyan bikin ta ku kongreya neteweyî pêk bê û ji bo hemû kurdan bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
    Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
    Serokomarê Iraqê: 'Wekî her gelî serxwebûn mafê kurdan e jî; lêbelê projeyeke wan tuneye'
    Parlamenterê rûsî: ‘Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye, ew jî serxwebûn e'
    TAYBET - Goran: ‘Divê serxwebûn û dewletbûn xizmeta kurd û Kurdistanê bike’
    Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Etîketan:
    mafê çarenûsê, makeqanûn, federalîzm, Kongreya Neteweyî, serxwebûn, komkujî, Ehmed Refîq, Zahir Şukir, Bakur, Rojhilat, Kerkûk, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de