09:01 21 Nîsan 2018
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî: 'Kurd dê bibin xwedî dewlet'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku mafê 50 milyon kurd heye ku bibin xwedî dewleteke serbixwe.

    Hewlêr — Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke ligel rojnameya The Nation a Swêdî behsa encamdana referandumê û serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand ku sînorên deverên ji nav çûne û pêwîste ew rastî bê qebûlkirin û bê naskirin.

    Barzanî li ser sînorê heyî yên li devera Rojhilata Navîn diaxive û dibêje:'Hêzên mezin ew sînor danîne. Di pratîkê de ew sînor nemane û dema wê yekê jî hatiye ku ew rastî bê naskirin û bê qebûlkirine.'

    Nabe tu çareseriyeke din were ferzkirin

    Derbarê pêkvejiyana netewan û gelan de jî Barzanî da xuyakirin ku her milletekî sînorê xwe yê xwezayî heye. Ew sînorên ku ji bo zora hêzê hatine xêzkirin, nabe êdî berdewam bin. Pêwîst e ji gel bê pirsîn ka gelo ew dixwazin pêk ve bijîn an jî dixwazin cûda bibin. Nabe tu çareseriyek were ferzkirin û her çareseriyeke nû gerek bi referandumê be.

    Em li çar perçeyan hatine dabeşkirin

    Mesûd Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Bêguman em pêşwazî li wê dikin ku netewa me 40-50 milyon kes e, dewleteke wan hebe, lê belê gerek rewş li ber çav bê girtin. Em bi ser 4 perçeyan de dabeş bûne û her yek ji me jî rewşa xwe ya taybet heye û her yek ji wan jî pêwîst e çareseriya xwe ligel hikûmeta navendî bibîne.'

    Derbarê serxwebûna Kurdistanê de Barzanî destnîşan dike ku Kurdistan bo serxwebûnê amade ye. Li Herêma Kurdistanê referendum dê îsal were pêkanîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Bila roj û bûyerên nexweş dubare nebin'
    Mesrûr Barzanî: Sykes-Picot têk çû, pergaleke nû pêwîst e
    Parlementerên HDPê: Navbeynkariya Barzanî dê erênî be
    Barzanî: Sykes-Picot mir û em ê biryara çarenûsa xwe bidin
    Mesrûr Barzanî: Dem dema serxwebûnê ye
    Etîketan:
    rojnameya The Nation a Swêdî, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de