11:00 20 Hezîran 2018
Zaroka kurd bi zimanê kurdî dinivîse

Zimannasên kurd ji bo kurmanciyê civiyan

© Foto: Yeni Ozgur Politika
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Zimanasên kurd ên ku di komekî bi navê Kurmancî de hatine ba hev û bi dehan salan in kar û barên zimanasiyê dikin, civîna xwe ya vê care li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê li dar xist.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya malpera televizyona Kurdistan24, Zimanasên kurd da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku, kurmancî her jîndar û mayînde bimîne.

Civîna Koma Kurmacî ku nêzikê 30 sal in li ser zaraveya kurmanciyê ya zimanê kurdî, xebat û lekolînan dike, li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê dest pê kir. Di civîna 58mîn de endamên komê diyar kir ku ew li ser rêzimana kurmancî û peyvan bi hûrgilî gengeşeyê dikin û hewl didinkurmanciyeka resen derxînin.

Zimanasan derbarê zimanê kurdî li Tirkiyeyê de wiha axivî: "em ji ber rewşa kurmancî ya li bakurê Kurdistanê nîgeran in. Li gor me li bakurê Kurdistanê kurmancî ber windabûnê ve diçe. Berpisyarên vê jî bilî qedexeya li ser zimanê kurdî ya ku dagirker pêk tînin. Siyasetmedarên kurd bi xwe ne, ji ber ku bi kurdî nizanin an jî pê naaxivin lê bi tirkî diaxivin".

Koma Kurmancî ji sala 1987an ve bi awayekî çalak û bênavber dixebite. Ji hemû perçeyên Kurdistanê endamên wê hene. Koma Kurmancî keda xwe ya dehan salan bi derxistina pirtûkeke bi navê Kurmancî, ku ji 1248 rûpelan pêk tê xemiland. Koma kurmancî her 6 mehan carekê dicive û civîna xwe ya dawî li paytexta Swêde Stockholmê li dar xistibû.

 

Bi heman mijarî:

Kurdên Îranê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dikin!
Amûdiyan cejna zimanê kurdî pîroz kir
HDP: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
KNKê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
"Bila Cejna Zimanê Kurdî têkeve lîsteya dibistanên Tirkiyê"
75 dîplomayên zimanê Kurdî li Girê Spî hatin belavkirin
Etîketan:
zaravaya kurmancî, zimanê kurdî, Koma kurmancî, Tirkiye, Kurdistan, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de