09:53 24 Nîsan 2018
    YNK û Goran

    “YNK û Goran hikûmeteke herêmî dadimezirînin”

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdîakirin ku YNK û Goranê li ser damezirandina pergaleke herêmî ji pergala hikûmeta Kurdistanê cuda li hev kiriye û herdû aliyan peywirên birêvebirinê di nav xwe de parve kirine.

    Goran
    © Foto : Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Navenda Nûçeyan — Çavdêrê siyasî Rêbiwar Newzad bi ajansa Bas Newsê re axivî û wiha got: " Berî çend rojan çend hewldan çêbûn ta ku petrola Kurdistanê di ser Îranê re bişînin. Ev hewldana bi destên YNK û Goranê hatibû pêkanîn".

    "Gava pêşî ya cudakirina Silêmaniyê ji Kurdistanê ye"

    Rêbiwar Newzad wiha dewam kir: "Ev gava pêşî ya veqetandina Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê ye. Hewldaneke wiha dê Silêmaniyê têxe bin serdestiya Îranê".

    Newzadî diyar kir ku berî ragihandina hikûmeta herêmî li Silêmaniyê, ew ê hinek kesan tesfiye bikin û wiha dewam kir: "Hinek birêveber hene ku li dijî Newşîrwan û Goranê û hewl heye ku ew bên tesfiyekirin. Ji xwe Kosret Resûl wek Mêvan dixuyê."

    "Hakim Qadir Hemecan dê bibe serokê hikûmeta herêmî"

    Li gorî nûçeyê, çavkaniyeke din ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, wiha axivî: "Bingehê vê hikûmeta herêmî, ji aliyê hevsera Celal Talebanî û endama polîtbîroya YNkê Hêrô Ehmed û serokê Goranê Newşîrwan Mustefa hatiye danîn. Hakim Qadir Hemecan dê bibe serokê hikûmetê û Celal Cewher jî dê bibe cîgirê wî."

    "Ew ê Berhem Salih bikin serokkomarê Iraqê"

    Di berdewamiya nûçeyê de, hat îdiakirin ku 8 tabûrên pêşmeregeyan dê bi Tevgera Goranê ve bên girêdan. Heyeteke îranî, bi kêmasî, du caran bi YNK û Goranê re civiyaye."

    Hêjayî gotinê ye ku heman çavkaniyê îdîa kir ku ew ê alîkarê duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê, Berhem Salih bikin seorkkomarê Iraqê.

    Bi heman mijarî:

    5 berpirsên bilind ê YNKê hişyarî dan; ‘Kurdistan tê perçekirin'
    Yekitiya Alimên Îslamê yê Kurdistan: Pêşmerge bila rojiyê negrin
    Îran: Em aramiya axa Kurdistan dixwazin
    Kurdistan dibe endamê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê
    Serxwebûna Kurdistan - PDKê û YNKê li ser referandûmê li hev kirin
    PENa Kurd: Em ji Kurdistanê re dibêjin Kurdistan
    Wezîrê tirk: ‘Ewlehiya Herêma Kurdistan ewlehiya me ye'
    Etîketan:
    Hikûmeta Herêmî, Hêro Ehmed, Rêbiwar Newzad, Berhem Salih, Celal Cewher, Newşîrvan Mistefa, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de