15:56 24 Hezîran 2018
Helepçe

Du zarokên di Qetlîama Helebçeyê de winda bibûn hatin dîtin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Du zarokên Helebçeyî yên di dema kîmyebarana sala 1988ê de winda bibûn hatin dîtin. Bi dîtina van her du windayan, hejmara zarokên heta niha hatine dîtin gihiştiye 12ê. Çarenûsa 80ê zarokan ne diyar e.

Navenda Nûçeyan — Agahiya dîtina zarokan ji hêla Rojnewsê ve hate parve kirin. Li gor nûçeyê duh 2 zarokên di dema kîmyebaranê de winda bibûn, li Îranê hatine dîtin û ew ji bo karen yasayî xebat tê kirin. Endamê Komeleya Qurbaniyên Helebçeyê Hîkmet Fayeq derbarê mijarê de agahî da û got ku "Wan zarokan bi xwe peywendî li gel me danî. Daxwaza alîkariyê ji me kirin, ji bo xizmên xwe yên rast bibinin. Yek bi navê Umît Huseyin e ku niştecihê Gulistanê ye. Ya din jî jin e û zewiciye. Li Tehranê dijî. Lê ji ber pirsgirêkên malbatî navê xwe aşkere nekiriye."

Fayeq herweha diyar kir ku ew ê ji bo testa DNAyê xebatên xwe bikin.

Bi heman mijarî:

PAK: Li Kurdistanê qetlîam berdewam dikin
Enfala seyemîn êşa bê derman "Helepçe"
HELEPÇE - 'Miriyên ne şuştî ango êşa bê derman'
Etîketan:
Komkujiya Helepçeyê, Sedam Hisên, Umît Huseyin, Hîkmet Fayeq, Îran, Herêma Kurdistanê, Helepçe
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de