14:38 25 Sibat 2018
Zindî
    Goran

    Goran: Me biryar da ku bersiva PDKê nedin

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî daxuyaniya PDKê li ser rêkeftina di navbera YNK û Goranê de, ya dawî ragihand ku ew ê bersiva daxuyaniya duh ya PDKê ya derbarê rêkevtina YNK û Goran nedin.

    Navenda Nûçeyan — Piştî ku duh YNK û Goran rêkeftineke îmze kir, PDKê ji malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. Li gel ku daxuyaniyeke fermî ji YNK û Goran nehatiye jî, endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Goranê Aso Mehmûd, ragihand ku wan biryar daye ku wek tevgera Goranê bersiva PDKê nedin.

    Aso derbarê sedema vê biryarê de wiha axivî: "Hinek siyasetmedar dikarin bersivê bidin lê em wek encûmena giştî, me biryar daye ku em bersivê nedin".

    Hêjayî gotinê ye, ku PDKê nerazîbûna xwe li ser rêkeftinê nîşan dabû û gotibû ku ev rêkeftin dê nakokiyên navxweyî zêde bike û dê xizmeta çareseriyê neke.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran peymana xwe li mala Mam Celal îmze dikin
    Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa vegeriya Herêma Kurdistanê
    Yekîtî û Goran li hev dicivin
    Goran: ‘Gava PDKê atmosfer normal kir, wê hevdîtin pêk were'
    YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
    PDK, YNK û Goran civîn li ser civînan
    Etîketan:
    kurdistan, rêkeftin, PDK, YNK, Goran, Civata Giştî ya Tevgera Goranê, Aso Mehmûd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de