19:18 23 Hezîran 2018
KCK û Yekgirtûya Îslamî li hev civiyan

KCK û Yekgirtûya Îslamî ji bo Kongreya Netewî civiyan

Rojnews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Şanda KCKê û şanda Yekgirtûya Îslamî li Silêmaniyê kom bûn û derbarê lidarxistina Kongreya Netewî nirxandin kirin.

Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeya Rojnewsê civîn li ser daxwaza Yekgirtûya Îslamî ve hatiye lidarxistin. Hevdîtin li bajarokê Ranyayê ya Silêmaniyê pêk hat. Di nava şanda KCKê de Endamê Konseya Rêveber Riza Altun, berdevkê peywendiyên derve Serhed Warto û berpirsên pêwendiyên Herêma Kurdistanê Hisên Amed û Mervan Amed cî digirt. Şanda Yekgirtûya Îslamî di bin serokatiya Sekreterê Giştî Mihemed Ferec pêk dihat.

Hevdîtin du saetan berdewam kir û her du aliyan mijarên di rojevê de, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û ya kurdan nirxandin.

Dîsa mijareke din ku di hevdîtina her du şanda de hate rojevê, mijara Kongreya Netewî bû. Li gor ku Rojnewsê ragihandiye, her du alî di wê fikrê de ne ku demildest kongre pêk bê.

Hate zanîn ku rayedarên KCKê di heman çarçoveyê de wê bi aliyên din yên Herêma Kurdistanê hevdîtinan çêbike.

Bi heman mijarî:

Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
Mehmûd Osman: Heta kurd nebin yek Sykes Picot bi dawî nabe
Partiyên kurd derbarê pirsgirêkên parlamena Bexdayê de 'yekdeng' in
Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
Etîketan:
Yekgirtûya İslamî ya Kurdistanê, KCK, Mihemed Ferec, Riza Altun, Herêma Kurdistanê, Ranya, Silemaniyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de