13:37 24 Hezîran 2018
Ala Kurdistanê

YNK:'Kerkûkî dixwazin bibin perçeyekî Herêma Kurdistanê'

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Nûnerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre ragihand ku gelê Kerkûkê dixwazin ji Iraqê veqetin û bibin perçeyekî Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeran — Nûnerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre di hevpeyvîna xwe ya ajansa RIA Novostiyê de ragihand ku gelê Kerkûkê dixwazin ji Iraqê veqetin û bibin perçeyekî Herêma Kurdistanê.

Piraniya gelê Kerkûkê kurd in

Sadî Ehmed Pîrê di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got:'Em yekpareya xaka Iraqê diparêzin, lê yêkparebûna axê ji terefê iraqiyan ve tê tehdîdkirin. Heke em yekparebûna xaka Iraqê bidomînin ferqa ku Kerkûk bi Kurdistanê ve an jî bi cihekî din ve girêdayî be tuneye. Lewra piraniya gelê Kerkûkê kurd e û bi zimanê Kurdî dipeyîve û dixwaze bi Herêma Kurdistanê ve were girêdayîn.'

Bajarê Kerkûkê yek ji bajarê dewlemendtirîn ê petrolêyê û kurd, ereb û hinek tirkmen lê dijîn. Digel hê statuya bajêr ne diyare jî bajêr bi fiîlî di binê kontrola kurdan de ye.

Bi heman mijarî:

5 berpirsên bilind ê YNKê hişyarî dan; ‘Kurdistan tê perçekirin'
Yekitiya Alimên Îslamê yê Kurdistan: Pêşmerge bila rojiyê negrin
Îran: Em aramiya axa Kurdistan dixwazin
Kurdistan dibe endamê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê
Serxwebûna Kurdistan - PDKê û YNKê li ser referandûmê li hev kirin
Etîketan:
Statuya bajarê Kerkûkê, Ajansa RIA Novostiyê, Nûnerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Sadî Ehmed Pîre, Kerkûkê, Kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de