03:03 20 Hezîran 2018
barzanî

Barzanî: 'Bila roj û bûyerên nexweş dubare nebin'

© Foto: nerinaazad.com
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Saziya Xebatên Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn ya Yekitiya Ewrûpayê Dr. Nicholas Westcott û heyeta li gel wî pêşwaz kir. Barzanî di hevdîtinê de bal kişand dîroka Iraqê û diyar kir ku divê bûyerên nexweş êdî dubare nebin.

Navenda nûçeyan —  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Xebatên Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn ya Yekitiya Ewrûpayê Dr. Nicholas Westcott û heyeta li gel wî li ofîsa Serokomariyê ya Pîrmamê pêşwaz kir. Piştî hevdîtinê mijar û hûrguliyên hevdîtinê li ser malpera Serokweziriyê de hate weşandin. Di civînê de Nûnerê Yekitiya Ewrûpayê (YE) yê Bexdayê  Patrick Simonnet, Nûnerê Yekitiya Ewrûpayê (YE) yê Hewlêrê Patrick Gesn û gelek dîplomatên din amade bûn.

Nûnerên YEyê tekoşîna pêşmergeyan ya li hember terorîstên DAIŞê pîroz kirin û ji bo hewandina penaberan jî spasiya xwe ji Kurdistanê re kirin. Barzanî derheqê tekoşîna pêşmergeyan ya li dij terorîstên DAIşê de diyar kir ku pêşmerge li dij DAIşê mîna qehremanan şer dikin û ew ne tenê bo gelê kurd bo hemû gelên cîhanê şerê terorîstan dikin.  

Barzanî bal kişand ser têkiliyên Iraq û kurdan ya dîrokê û daxuyand ku tevî hemû hewldanên gelê kurd dîsa jî gelek bûyerên nexweş qewimîn. Lewma jî ew naxwazin ev yek dubare bibe.

Bi heman mijarî:

Parlementerên HDPê: Navbeynkariya Barzanî dê erênî be
Barzanî: Sykes-Picot mir û em ê biryara çarenûsa xwe bidin
Mesrûr Barzanî: Dem dema serxwebûnê ye
Îranê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwende Tehranê
Nêçîrvan Barzanî: Baştir e ku parlementerên kurd vegerin Iraqê
Etîketan:
daiş, pêşmerge, azadî, Nicholas Westcott, mesud barzanî, Patrick Gesn, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de