14:39 25 Sibat 2018
Zindî
    tarik xaşimî

    Tarik Xaşimî: Bila kurd ji Iraqê cihê nebin

    © Foto: politiken.dk
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê berê yê Serokomarê Iraqê Iraqê Tarik Xaşimî, derheqê referanduma serxwebûna Kurdistanê diyar kir ku ew kurdan fêm dikin lê nazwazin ku kurd ji Iraqê cihê bibin.

    Navenda nûçeyan — Alîkarê berê yê Serokomarê Iraqê Tarik Xaşimî di rojên borî d li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidarxist. Xaşimî derheqê rewşa Iraqê ya dawî û referanduma serxwebûna Kurdistanê jî hin nirxandin kir. Li gorî agahiyên ku di  malpera Nerînaazad de derbas dibin, Xaşimî ji fikra serxwebûna kurdan neraziye û wê nerazîbûna xwe wiha anî ziman: ‘Ez daxwazên kurdan yên serxwebûnê fêm dikim. Lê ez naxwazim ku kurd ji Iraqê cihê bibin. Divê di nava sînorên Iraqê de bimînin.'

    Xaşimî serokwezîrên Iraqê yê berê Nûrî Malikî jî bi gotinên tûnd rexne kir û got: ‘Malikî ne mirovekî nebaş e lê bêkêreke. Soz û peymanên ku dabûn neanîn cih.'

    Xaşimî li ser plana avakirna herêmeke nû ya Erebên Sunî jî red kir û wiha pê de çû: ‘Ev fikir plana Îranê ye lewra Îran dixwaze Iraqê tevlihev bike. Astengiya herî mezin ya li ber pêşketin û aramiya Iraqê, dewleta Îranê ye.'

    Bi heman mijarî:

    Şîroveya hikumeta AKPê ya referanduma Kurdistanê: ‘Dewletokên nû'
    Komelaya Îslamî jî piştgirî da referanduma Kurdistanê
    Barzanî dema referanduma serxwebûna Kurdistanê diyar kir
    Barzanî fermana referanduma serxwebûnê da
    YNKê piştgiriya referanduma Kurdistanê kir
    Etîketan:
    referandum, kurdistan, serxwebûn, tarik xaşimî, iraq, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de