08:51 25 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmergeyan ji Brîtanyayê re: Çek hene lê cebilxane tine

    © Foto: © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Hat ragihandin ku çekên Brîtanyayê ji pêşmergeyan re şandine, nayên bikaranîn ji ber ku cebilxane tine û eger wiha dewam biek dê şerê li dijî DAIŞê bisekine.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Telegraphê ya ku vedigerîne rayedarên leşkerî yên ingilîz, hat ragihandin ku di sala 2014an de Brîtanya çek ji pêşmergeyan re şandine lê ji ber ku cebilxaneya wan par xelas bûye, êdî ew çek wiha sekinîne û nayên bikaranîn.

    Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihandibû ku ew ê serê vê mehê cebilxaneyê bişînin lê pêşmerge dibêjin ku ti tişt negihiştiye destê wan.

    Fermandarê pêşmergeyan Cebel Manda dibêje: "Egere Îngiltere cebilxaneyê ji me re neşîne, şerê li dijî DAIŞê dê derbeyekê bixwe. Bê cebilxane, çekên me bêfêde ne".

    Bi heman mijarî:

    4 teroristên DAIŞê reviyan û xwe teslîmî Hêzên Pêşmerge kirin
    DAIŞê bi çekên kîmyewî êriş kir: 14 pêşmerge birîndar bûn
    Şêxê ereb ê Zanîngeha El Ezherê:'Pêşmerge şehîd in'
    Kabusa terorîstên DAIŞê ‘Jinên Pêşmerge'
    Hêzên pêşmerge li Mûsilê 10 kîlometro pêşve çûn
    Etîketan:
    cebilxane, çek, DAIŞ, Pêşmerge, Cebel Manda, Kurdistan, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de