14:03 18 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Dijmin herdem li hember pêşmergeyan têk çûn!

    © Foto: SHK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 50emîn ya berxwedana Hindirînê axivî û diyar kir ku berxwedana Hindirînê di dîroka gelê kurd de xwedî cihekî girîng e.

    Navenda nûçeyan  —  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera 50emîn ya berxwedana Hindirînê de peyamek weşand û daxuyand ku wan pêşmergeyên jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînin.

    Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: ‘Artêşa Iraqê di 12ê Gulanê ya sala 1966an de, êrişî ser herêma Rewandûzê kir. Hêzên pêşmerge û pêşmemergeyên Partiya Komînîst li çiyayên Hindirîn, Zazik, Korek û Gera Emerdaxan destaneke qehremaniyê nivîsand û leşkerên dijmin têk birin.'

    Barzanî da zanîn ku berxwedana pêşmergeyan di dîroka gelê kurd de xwedî cihekî girîng e û wiha dewam kir: ‘Di salvegera 50emîn ya bexwedana Hindirînê de ez pêşmergeyên ku çiya bi xwîna xwe sor kirin silav dikin. Berxwedana Hindirînê wê rêya têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê mîna stêrkan ronî bike. Ez hemû pêşmerge û dilovanên doza kurd silav dikim.'

    Barzanî daxuyand ku pêşmerge îro dîsa bi heman wêrekiyê li hember terorîstan  şer dikin û wiha got: ‘Her dem dijmin li hember pêşmergeyan têk çûn.'

    Bi heman mijarî:

    Kabusa terorîstên DAIŞê ‘Jinên Pêşmerge'
    Hêzên pêşmerge li Mûsilê 10 kîlometro pêşve çûn
    Amerîka du lîwayên Pêşmerge perwerde dike û dişîne Kerkûkê
    Li Mexmûrê di navbera pêşmerge û DAIŞê şer dijwar dibe!
    Pêşmerge ji çar aliyan ve rastî êrişên DAIŞê hat
    Etîketan:
    têkoşîna azadiyê, pêşmergeyên qehreman, berxwedana hindirînê, mesûd barzanî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de